'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê' 2019-03-14 09:52:59 WAN - Namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Yildirim, destnîşan kir ku ew ê navçeyê veguherînin bajarê turîzm û sporê û wê projeyên nîvco mayî jî bên temamkirin.  Yek ji navçeyên Wanê yên di warê turîzm, xweza û werzîşên avê de balê dikişîne jî Artemêtan e. Ji niha ve heyecana 31'ê Adarê li Artemêtanê peyda bûye. Namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Ozer destnîşan kirin ku ew ê navçeyê veguherînin bajarê turîzm û sporê.    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, destnîşan kir ku 2 meh in ew mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin û di grea xwe de hem naveroka tuzuka HDP'ê ji gel re vedibêjin û hem jî ji bo çi divê gel dengê xwe bide HDP'ê nîqaş dikin. Kaçamz, bilêv kir ku daxwaza sereke ya gel bidawîbûna feraseta qeyûm e û wê gel di 31'ê Adarê de bersiveke baş bide qeyûm. Kaçmaz, destnîşan kir ku ew ê li Artemêtanê bi ser bikevin û hedefeke wan a sereke jî ew e ku rêjeya dengê xwe zêdetir bikin.    'EM Ê WC'YÊN LI SER GORAN RAKIN'    Kaçmaz got: "Baş xirabêq eyûman tune ye. Pratîka feraseta qeyûman, betonarme ye. Berî qeyûm bê tayînkirin projeyên rêveberiya berê hebûn, lê belê qeyûm ew betal kirine. Bi taybetî jî Projeya Rêya Sahîla Artemêtanê projeya me ye û tam li gor ekolojiyê hatitibû amadekirin. Lê paşê qeyûm dest danî ser vê projeyê. Wekî projeya wan be berpêşî gel kirine. Lê belê dema ev proje pêk anî, bi awayeke zêde mudaxileyî xwezayê kiriye. Dema ev proje pêk anîn, sahîla Gola Wanê bi kefiran dagirtin û qada hêşîn bi temamî beton kirin. Jixwe ev pergal bi temamî li dijî tiştên bedew û xwezayê ye. Her wiha der barê keda jinê de jî projeyên me hebûn, ew hatin betalkirin. Gelek mal û milkên Şaredariya Artemêtanê hatin firotin. Qeyûm dibêje min 3 milyon lîre xerc kiriye. Lê wexta em li derdora xwe dinerin tu tişt xuya nake."    Kaçmaz, bi bîr xist ku qeyûm li ser Goristana Ermeniyan WC çêkirine, lê belê wexta ew bên ser kar ew ê van WC'yan rakin û wê li Artemêtanê her kes bi nasname û baweriya xwe bijî.    PROJEYÊN JI BO TURÎZM Û SPORÊ    Kaçmaz, destnîşan kir ku di warê xwezayê de Artemêtan navçeyeke dewlemend e û got: "Navçeya me li ber Gola Wanê ye. Ji bo gelê navçeyê sûdê ji golê bigirin em ê projeyan çêbikin. Wê bi vî awayî hem li nav welat hem jî ji derveyî welat turîstan ber bi xwe ve bikişîne. Her wiha em ê ji bo werzîşên avê jî projeyên cidî çêbikin. Em ê xebatên li gundan nîvco mane temam bikin."    Herî dawî Kaçmaz, anî ziman ku projeyên wan ên der barê jinan de jî hene û got: "Feraseta qeyûm, dijminatiya jinan dike. HDP, li ser feraseta temsîliyeta wekhev tev digere. Beriya qeyûm, di bin banê şaredariya me de meclîsên jinan, komîsyonên jinan, bazara keda jinê hebûn. Her wiha li 3 taxên me atolyeyên xalîçeyan hebûn. Qeyûm hin ji wan kirin Navenda Detsekê ya Malbatê û hinan jî bi awayekî din bi kar anî. Wexta em bên ser kar em ê bi feraseta jinê ji nû ve ava bikin."    Kaçmaz, destnîşan kir ku li navçeyê armanca wan ew e ku rêjeya dengên xwe zêde bikin û ew ê di 1'ê Nîsanê de govenda serketinê bigerînin.    'GEL JI AKP'Ê DÛR DIKEVE'    Namzet Medenî Ozer jî, bilêv kir ku gel ji wan bêtir ji bo hilbijartinê amade ye û diçin kuderê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Ozer got: "Gelê me baş hay ji polîtîkayên îktîdarê heye û baş dizane ku ev îktîdar êdî nikare welat bi rê ve bibe. Tirkiye, di warê aboroyê de tengijiye. Ev yek tesîreke mezin li gel dike. Gelê me baş dizane berpirsiyarê krîza aborî îktîdara AKP'ê ye. Di dema xebatê de hin mirovên me dibêjin wan berê dengê xwe daye AKP'ê, lê belê êdî ew ê dengê xwe nedin AKP'ê. Kesên dengê xwe didin me bi heyecaneke mezin li benda 31'ê Adarê ne."    'EV QAS PERE ÇÛ KUDERÊ'    Ozer, destnîşan kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin kes êdî naxwaze biçe şaredariyê û got: "Çimkî gel dibêje ew der ne şaredarî, qereqol e. Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê. Jixwe wê gelê me neçe cihekî derdora wê bi blokên betonî hatiye dorpêçkirin. Wexta em bên ser kar em ê şaredariyeke li gor gel bi rê ve bibin. Li gorî agahiyên bi dest me ketine niha 193 milyon lîre deynê şaredariyê heye. Her wiha wexta em derameta 3 salan a şaredariyê jî li ser bikin, ev dike 240 milyon lîre. Nexwe divê em ji feraseta qeyûm bipirsin; ev 240 milyon lîre ji bo çi hat xerckirin? Li holê bi navê xizmetê tiştek jî tune ye."    Ozer, destnîşan kir ku wexta ew bên ser kar ew ê tabeleyên pirzimanî ku qeyûm ew rakiribûn li cihê wan dalqînin û got: "Pêşî em ê blokên betonî yên li dor şaredariyê rakin û belediyeyê têxin xizmeta gel. Gelê me bêsebir li benda 1'ê Nîsanê ye."