STENBOL - Sureya Kilinç ji bo Leyla Guven bi tirkî helbestek nivîsand. Kilinç, bang li her kesî kir ku destekê bidin Guvenê.
Çalakiya greva brçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 125'an de didome. Her wiha her diçe piştgiriya ji bo çalakiya Guvenê jî zêde dibe. Rêveberê HDP'a Stenbolê Sureya Kilinç ji bo Leyla Guven bi tirkî helbestek nivîsand û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Guvenê.
Kilinç, destnîşan kir ku gelê kurd û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne yek û got: "Lê îktidar jî dixwaze vê pêwendiyê qut bike." Kilinç, anî ziman ku bidawîbûna tecrîdê tenê ne li ber gelê kurd wê rê li ber hemû civakan vebike. Kilinç, bal kişand ser helbesta ji bo Leyla Guven nivîsandiye û got: "Car heye mirov di deryaya hestan de li xwe hûr dibe. Ji ber vê xew bi çavên mirov nakeve. Ev helbest di atmosfereke wisa de hat nivîsandin. di rewşên ku mirov nikarin tiştekî vebêjin û gotin bi kêr nayê de, mirov dest davêjin pênûsê. Bi vî awayî min xwe xist şûna Leylayê."
Her wiha Kilinç, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Leyla Guven.
Helbesta bi navê "Aci" ya Kilinç wiha ye:
“Gecenin yarısında
Sabahın yamacındayım
Uykular haram gecelerde
Aklım her an Leyla'da
Onun dünyasındayım...
Bedenim bir tek nokta,
Kalbimin üzerinde patlayıp dağılacak
Ağlayacak Leyla’nın gözlerinde
Bir an rüyada gibi gülerken çocuklarla
Uyanırım sedyede yarı baygın Leylayla
Sesinde kararlılık keser zamanı, anı
Yürekler milyon milyon
Kapatır nurcihanı...
Zılgıtlara boğulan yarınların
Arafındayım.
Ardında kelebekler uçuşur çırpınarak
Rengarenk siyah beyaz
Karlara gömülürler bahara kapılarak
Umuda asılarak Leyla ile yürürler.”
MA / Sadiye Eser