Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand 2019-03-12 09:16:31 STENBOL - Sureya Kilinç ji bo Leyla Guven bi tirkî helbestek nivîsand. Kilinç, bang li her kesî kir ku destekê bidin Guvenê.  Çalakiya greva brçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 125'an de didome. Her wiha her diçe piştgiriya ji bo çalakiya Guvenê jî zêde dibe. Rêveberê HDP'a Stenbolê Sureya Kilinç ji bo Leyla Guven bi tirkî helbestek nivîsand û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Guvenê.   Kilinç, destnîşan kir ku gelê kurd û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûne yek û got: "Lê îktidar jî dixwaze vê pêwendiyê qut bike." Kilinç, anî ziman ku bidawîbûna tecrîdê tenê ne li ber gelê kurd wê rê li ber hemû civakan vebike. Kilinç, bal kişand ser helbesta ji bo Leyla Guven nivîsandiye û got: "Car heye mirov di deryaya hestan de li xwe hûr dibe. Ji ber vê xew bi çavên mirov nakeve. Ev helbest di atmosfereke wisa de hat nivîsandin. di rewşên ku mirov nikarin tiştekî vebêjin û gotin bi kêr nayê de, mirov dest davêjin pênûsê. Bi vî awayî min xwe xist şûna Leylayê."    Her wiha Kilinç, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Leyla Guven.    Helbesta bi navê "Aci" ya Kilinç wiha ye:    “Gecenin yarısında   Sabahın yamacındayım   Uykular haram gecelerde   Aklım her an Leyla'da   Onun dünyasındayım...   Bedenim bir tek nokta,   Kalbimin üzerinde patlayıp dağılacak   Ağlayacak Leyla’nın gözlerinde   Bir an rüyada gibi gülerken çocuklarla   Uyanırım sedyede yarı baygın Leylayla   Sesinde kararlılık keser zamanı, anı   Yürekler milyon milyon   Kapatır nurcihanı...   Zılgıtlara boğulan yarınların   Arafındayım.   Ardında kelebekler uçuşur çırpınarak   Rengarenk siyah beyaz   Karlara gömülürler bahara kapılarak   Umuda asılarak Leyla ile yürürler.”   MA / Sadiye Eser