Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP'ê li Mêrdîn, Çewlîk, Edene, Hatay, Mêrsîn, Enqere, Riha, Bursa û Wanê êrişa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê û binçavkirina 7 çalakgeran şermezar kir. 

 
Rêxistinên HDP'ê li Çewlîk, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Enqere, Riha, Wan û Bûrsayê êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyên çapemeniya şermezar kirin. Şevê din bi dehan polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajer a Amedê de girtin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kirin. Rêxistina HDP’ê têkildarî serdegirtinê li gelek bajaran daxuyanî da û êrîş şermezar kir.  Çalakgeran piştgirî dan, çalakiya Leyla Guven, girtiyên li girtîgehan grevê berdewam dikin û çalakiya parlamenterên HDP'ê Murat Sarısaç, Tayyip Temel, Dersim Dag û 7 welatiyên ku di grevê de û piştre hatin binçavkirin. Rêxistinên HDP'ê xwestin welatiyên ketin grevê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevican Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş ku şevê din hatin binçavkirin bên berhdan. 
 
MÊRDÎN 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Tuma Çelîk û Ebru Gunay, li Parka Karayollari kom bûn û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Di çalakiyê de Tuma Çelik, diyar kir ku mudaxaleya polîsan li dijî hiquqê ye û dê hesabê vê yekê bipirsin û wiha got: "Em tê bi têkoşîna xwe, tekoşîna hevala me Leyla Guven ku 122 rojin berdewam dike û bi sedan girtiyên li zindanan vê tecrîdê bişkînin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Qilebanê jî êrişa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. 
 
ÇEWLÎK 
 
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li ber avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî da. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Çewlîkê Erdal Aydemîr, Namzetên Hevşaredariyên Çewlikê Senem Çakas û gelek endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemîr, êrişa polîsan a bi çek şermezar kir û wiha got: "Wekilên me yên HDP’ê Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç li avahiyê di grevê de bûn. Lê polîsan bi çekan li dijî hiqûq û qanunan bi ser avahiyê de girtin. Di serdegirtinê de camên avahiyê şikadin. Polîsan wekîl derb kirin û êrîşî wan kirin. Ev êrîş di şewsê wekîlan de li dijî aştî û demokrasiya welat pêk hatiye. Em vê tundiyê şermezar dikin."  Komê bi dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" bersivandin." 
 
TJA: EV ÊRÎŞ NE LI GORÎ SINC Û MIROVAHIYÊ YE 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şerezar kir û wiha got: "Li dijî daxwazên aştiyane yên Leyla Guven faşizma AKP-MHP'ê serdestiya xwe derxistiye pêş. Bi maşîneyên zirxî bi sedan polîsan şev nivê şevê bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Polisan şam û şibakeyên avahiya HDP'ê şikandine û wekîl derb kirine. Faşîzma AKP-MHP'ê panika xwe carek din aşkere kiriye. Ev êrîş ne li gorî tu sinc, mirovahî û hiquqê ye.  Tecrîda mutlaq a li dijî Birêz Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna me dê tecrîdê bişkîne." 
 
EDENE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Edene  jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û malbatên girtiyan û rêveberên komeleya girtiyan (TUAYDER) tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 122 rojin di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Ev çalakî her ku diçe belav dibe. AKP zagonên xwe binpê dike û sûcekî mezin dike. Gele kurd vê neheqiyê qebûl nake. Em erîşa polîsan şermezar dikin. Emê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin." 
 
Parlamenter Kemal Pekoz jî êrîşa polîsan şermezar kir û anî ziman ku ligel hemû êrîşan ewê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. Komê piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana”, “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe" berz kir. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan, endam û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta “Deng bide Leyla, Deng bide jiyanê" vekirin. Hevserokê HDP'ê Mustafa Işik, daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir. 
 
HATAY 
 
Rêxistina HDP'ê ya Dortyola Hatayê jî bi daxuyaniyê êrîşa li diji avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Namzetê Hevşaredariya Dortyolê Mahmut Daş, diyar kir ku ew li çalakiya Guven  xwedî derdikevin û êrîşê şerezar dikin. 
 
ENQERE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê û Komeleya Elewiyên Demokratik a Enqereyê (ADAD) operasyona li dijî endamên xwe û êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP'ê li Riha û navçeyên Rihayê jî daxuyanî da û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Îsmail Karadagli, anî ziman ku AKP bi zextan dixwaze 3'emîn partiya meclîsê têxe bin kontrola xwe û êrîş şermezar kir. HDP'ê li Wêranşar, Pirsûs, Serêkaniyê, Birecîk, Hîlwan, Sîwereg, Xalfetî û Hewagê jî daxuşanî dan û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir. 
 
WAN 
 
Rêxistina HDP û DBP'ê yên Wanê bi heman armancê daxuyani da û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir. Rêvebera HDP'ê ya Wanê Nasibe Akdag, anî ziman ku Leyla Guven 122 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û piştgiriya xwe anî ziman. Akdag ani ziman ku êrîşa polîsan nayê qebûlkirin û êrîş şermezar kir. 
 
BURSA
 
Rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevserokên HDP'ê yên Bûrsayê Serpil Yıldız û Mehmet Resul Baykara, Hevberdevkê Partiya Çep û Keskan a Bûrsayê Kemalettin Yildiz û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn û êrîş şermezar kirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/03/2019
09:46 Gelê Amedê bersîv da Erdogan: Cihê hûn dibêjin 'Guneydogu' em dibêjin Kurdistan
09:42 Dayika 4 girtiyan: Tecrîd hebe em ê çawa xwarinê bixwin?
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 127'emîn de ye
13/03/2019
18:49 Gelê Wanê ji bo Leyla daketin kolanê
16:30 Buldan ji Qeymeqamê Gogsiyê re got: Tu zanî niha Qeymeqamê Bêşebapê li ku ye?
16:18 Leyla Guven ji parlementerên di greva birçîbûnê dene re peyam şand
16:16 Li Tirkiye herî zêde li Riha dayik bi welidînê dimirin
15:54 Asayişa Silêmanî piştî bertekan mohra deriyê Tevgera Azadî û RJAK'ê rakir
15:42 Zaroka ku polîsan bi maşîna zirxî lê qelibandin platîn xistin piyê wê
14:48 Jinên Hewreman ji Leyla Guven re name şandin
14:39 Sê roj in li marketên Amedê pîvaz tune ne!
14:21 Şik: Dema ku reqabet tune be, kelecana hilbijartinê jî tune ye
14:20 Buldan: Qanûnên xwe pêk bînin û dawî li bêhiqûqiyê bînin
14:10 Namzetên HDP'ê yên Amedê danezana hilbijartinê aşkere kirin: Em ê xizmeta pir zimanî esas bigirin
13:45 Xebatên hilbijartinê bênavber didomin
13:07 Temellî: Em ê bi demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyeyê vekin
12:52 Ji ber strana HDP'ê binçav kirin
12:14 Li ber girtîgehê bang kir: Berî dereng bikeve tecrîdê rakin
12:09 Heyeta başûr diyariya Leyla Guven radestî Nazir Yagiz kir
12:03 Aktîvîsta TJA’yê Tok hat tahliyekirin
11:22 Asayişa Silêmanî Navendên Tevgera Azadî û RJAK mohr kir
11:07 Hebûna DAIŞ’ê gav bi gav tê qedandin
11:06 Îtifaqên Kurd deklerasyona Newrozê aşkere kirin
11:00 Belgîn Kanat a 86 rojin di greva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan
10:40 Polîsan hem got ‘sûc nîne’ hem jî dest danî ser maşîneya HDP’ê
10:31 Fabrîqeya ku mal îxracî 70 welati dike îflas kir
10:28 Li Dîdem Soydan a Dayikên Şemiyê parve kir lêpirsîn vekirin
10:01 Jinên Îdirê: Ev berxwedan ji bo me hemûyan e
09:56 Maçîn: Gelê Kurdistanê dê bersiva pêwîst bide
09:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 126'emîn de ye
09:25 Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe
09:24 Hejmarên Yenî Yaşamê yên derneketine jî hatin sansûrkirin
09:23 Yîgît ê 68 rojin di greva birçîbûnê deye: Emê dest ji berxwedanê bernedin
09:23 ‘Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin'
09:22 Hunermendan ji bo greva birçîbûnê bang li hikûmetê kirin: Gavan bavêjin
09:21 Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê: Em ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin
09:21 Ji 4 zarokên ên girtî 2 jê di greva birçîbûnê de ne: "Wê ev berxwedan nîvco nemîne
09:20 Fîrmaya anketê ji Kayserî û ya konê fitariyê jî ji Xarpêtê!
09:20 Namzetên HDP'ê yên Hawêlê: Em ê tevî gel navçeyê pêşve bibin
09:19 Ev ne çopgeh e, Cobarê Bedlîsê ye!
09:18 Sirri Sureyya Onder: Divê Leyla Guven bijî
09:18 'Ji bo êdî kes nemire di greva birçîbûnê de me'
09:01 ROJEVA 13'Ê ADARA 2019'AN
12/03/2019
20:26 Deh hezaran Êlihî Temellî pêşwazî kir
Temellî: Hûn sindoqan bibin ku emê jî biçin wir
19:49 Ji çalakgerên greva birçîbûnê 4 jê hatin girtin
19:21 Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan
18:57 Bi hezaran gelên Qamişlo, raperîna 12’ê Adarê bibîr anî
18:36 Buldan: Gelê Erziromê gora Şex Seîd dipirse
17:34 Ahmet Şik Roboskî ziyaret kir: Delîla qetilkirinê ev goristan e
16:55 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 797’emîn hat redkirin
16:41 Eleqeya ji bo namzetên HDP’ê zêde ye
16:38 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê: Guhdarkirina qêrîna girtiyan erka mirovî ye
16:11 Heyeta Herêma Kurdistana Federe Guven ziyaret kir
Guven: Bila ev çalakî bibe wesileya yekîtiya kurd
15:59 Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 12 jin ev 12 rojin di greva birçîbûnê dene
15:48 Rûken a polisan panzêr lê qeliband emeliyat bû
15:31 Bûldan: Tişta ku qeyûm dike, dizitiye
15:21 Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye?
14:41 Yên bi KHK'ê îxrac bûn, Platforma Serdestiya Hiqûqê ava kirin
14:34 Leşkeran li Dihê 4 kes binçav kirin
14:16 Kesên di Komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:15 Karkerê li Girneyê ji qatê 2'yemîn ket jiyana xwe ji dest da
13:40 Polîsan li Sîlopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband
13:27 Hilbijartina Meclîsa Jinan a DTSO dê di 11’ê Nîsanê de pêk bê.
13:00 Hevseroka HDP’ê ya berê Kizil hat girtin
12:31 Jinan name ji Leyla re şandin: Tu bijî ji bo riya aştiyê vebe…
12:15 Kaplanê 27 salin girtiye û di greva birçîbûnê deye avêtin hucrê
12:10 Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin
11:54 Li Mêrsînê banga tevlîbûna hevdîtina gel
11:34 Parêzerên Ocalan cara 797’emîn serî li dozgeriyê da
11:20 Girtiyê 78 rojin di greva birçîbûnê de: Berxwedana me teqez dê ser bikeve
11:09 Birayê Nazim ê 25 salin aqûbetna wî nediyar: Hafiza amûra herî mezin a berxwedanê ye
10:43 Dundar ê DKP’î jî ket greva birçîbûnê
10:14 Esker û gardiyanan îşkence li girtiya 57 salî kirin
10:03 Ji ber wêneyê Demirtaş girtin û şandin girtîgehê
10:01 Endamên OSO’yê dê li kampa Midyadê bicih bikin gelo?
09:37 Endamê Dîwana KCD'ê Selîm Sadak girtin
09:24 Li Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî di grevê de ne
09:23 Dadgeha Cizîrê 7 kes girtin
09:22 Dayika ku 2 kurên wê di greva birçîbûnê de: Divê em nehêlin zarokên me li ber çavên me bimirin
09:21 Fermandarê qereqolê: Hûn dengê xwe nedin AKP'ê ez ê gund bişewitînim
09:20 Gaydali: Tu sedemek tune ye ku gelê Bedlîsê dengê xwe bide AKP'ê
09:20 Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin
09:19 'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e'
09:18 'Em ne terorîst in, em nûnerên hemû gelan e'
09:17 Li Sêrt û Êlihê cihê 100 sindoqî guhestin
09:17 Girtiyên li Bandirmayê: Deng bidin da perdeya tarîtiyê biçire
09:16 Ji bo Leyla Guven helbestek nivîsand
09:15 Namzetên HDP'ê yên Giyadînê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2019'AN
08:43 Berxwedana Leyla Guven di roja 125'emîn de ye
11/03/2019
19:06 Dadgehê 5 kesên ji doza Çapxaneya Gun dihatin darizandin ceza kir û berdan
18:31 Nasir Yagiz ji Leyla Guven re çîçek şand
18:00 Namzetên HDP'ê li her derê bi coş û girseyî hatin pêşwazikirin
17:31 Îtîfaqa Kurdîstanî li Qoserê got: Di 31’ê Adarê de bersivê bidin dijberên xwe
17:03 Di doza Qeyûm Safîturk de biryarek nû: Doza 8 kesan cihê kir
17:01 Polîsan destûr nedan ku Dayikên Aştiyê AKP'ê ziyaret bike
16:33 Berkîn Elvan hat bibîranî: Emê destûrê nedin ku Gezî bê qirêjkirin
16:18 Bi cezakirina 15 salan doz li Prof. Dr. Nurettîn Turgay vekirin
15:46 'Çavê Nazim li paş nema’