Rêxistinên HDP'ê li gelek navendan êrîşa polîsan a li dijî HDP'a Amedê şermezar kir 2019-03-09 15:43:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên HDP'ê li Mêrdîn, Çewlîk, Edene, Hatay, Mêrsîn, Enqere, Riha, Bursa û Wanê êrişa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê û binçavkirina 7 çalakgeran şermezar kir.    Rêxistinên HDP'ê li Çewlîk, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Enqere, Riha, Wan û Bûrsayê êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyên çapemeniya şermezar kirin. Şevê din bi dehan polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajer a Amedê de girtin û 7 çalakgerên greva birçîbûnê binçav kirin. Rêxistina HDP’ê têkildarî serdegirtinê li gelek bajaran daxuyanî da û êrîş şermezar kir.  Çalakgeran piştgirî dan, çalakiya Leyla Guven, girtiyên li girtîgehan grevê berdewam dikin û çalakiya parlamenterên HDP'ê Murat Sarısaç, Tayyip Temel, Dersim Dag û 7 welatiyên ku di grevê de û piştre hatin binçavkirin. Rêxistinên HDP'ê xwestin welatiyên ketin grevê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevican Yaşar, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş ku şevê din hatin binçavkirin bên berhdan.    MÊRDÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Tuma Çelîk û Ebru Gunay, li Parka Karayollari kom bûn û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Di çalakiyê de Tuma Çelik, diyar kir ku mudaxaleya polîsan li dijî hiquqê ye û dê hesabê vê yekê bipirsin û wiha got: "Em tê bi têkoşîna xwe, tekoşîna hevala me Leyla Guven ku 122 rojin berdewam dike û bi sedan girtiyên li zindanan vê tecrîdê bişkînin."    Rêxistina HDP'ê ya Qilebanê jî êrişa polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir.    ÇEWLÎK    Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li ber avahiya HDP'ê ya bajar daxuyanî da. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Çewlîkê Erdal Aydemîr, Namzetên Hevşaredariyên Çewlikê Senem Çakas û gelek endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Parlamenterê HDP'ê Erdal Aydemîr, êrişa polîsan a bi çek şermezar kir û wiha got: "Wekilên me yên HDP’ê Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç li avahiyê di grevê de bûn. Lê polîsan bi çekan li dijî hiqûq û qanunan bi ser avahiyê de girtin. Di serdegirtinê de camên avahiyê şikadin. Polîsan wekîl derb kirin û êrîşî wan kirin. Ev êrîş di şewsê wekîlan de li dijî aştî û demokrasiya welat pêk hatiye. Em vê tundiyê şermezar dikin."  Komê bi dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" bersivandin."    TJA: EV ÊRÎŞ NE LI GORÎ SINC Û MIROVAHIYÊ YE    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şerezar kir û wiha got: "Li dijî daxwazên aştiyane yên Leyla Guven faşizma AKP-MHP'ê serdestiya xwe derxistiye pêş. Bi maşîneyên zirxî bi sedan polîsan şev nivê şevê bi ser avahiya HDP'ê de girtin. Polisan şam û şibakeyên avahiya HDP'ê şikandine û wekîl derb kirine. Faşîzma AKP-MHP'ê panika xwe carek din aşkere kiriye. Ev êrîş ne li gorî tu sinc, mirovahî û hiquqê ye.  Tecrîda mutlaq a li dijî Birêz Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî mirovahiyê ye. Têkoşîna me dê tecrîdê bişkîne."    EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edene  jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û malbatên girtiyan û rêveberên komeleya girtiyan (TUAYDER) tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 122 rojin di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Ev çalakî her ku diçe belav dibe. AKP zagonên xwe binpê dike û sûcekî mezin dike. Gele kurd vê neheqiyê qebûl nake. Em erîşa polîsan şermezar dikin. Emê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."    Parlamenter Kemal Pekoz jî êrîşa polîsan şermezar kir û anî ziman ku ligel hemû êrîşan ewê têkoşîna aştî û demokrasiyê mezin bikin. Komê piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana”, “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd rabe" berz kir.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan, endam û rêveberên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta “Deng bide Leyla, Deng bide jiyanê" vekirin. Hevserokê HDP'ê Mustafa Işik, daxuyanî da û êrîşa polîsan şermezar kir.    HATAY    Rêxistina HDP'ê ya Dortyola Hatayê jî bi daxuyaniyê êrîşa li diji avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Namzetê Hevşaredariya Dortyolê Mahmut Daş, diyar kir ku ew li çalakiya Guven  xwedî derdikevin û êrîşê şerezar dikin.    ENQERE    Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê û Komeleya Elewiyên Demokratik a Enqereyê (ADAD) operasyona li dijî endamên xwe û êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir.    RIHA    Rêxistina HDP'ê li Riha û navçeyên Rihayê jî daxuyanî da û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Amedê şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Îsmail Karadagli, anî ziman ku AKP bi zextan dixwaze 3'emîn partiya meclîsê têxe bin kontrola xwe û êrîş şermezar kir. HDP'ê li Wêranşar, Pirsûs, Serêkaniyê, Birecîk, Hîlwan, Sîwereg, Xalfetî û Hewagê jî daxuşanî dan û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir.    WAN    Rêxistina HDP û DBP'ê yên Wanê bi heman armancê daxuyani da û êrîşa li dijî avahiya HDP'ê şermezar kir. Rêvebera HDP'ê ya Wanê Nasibe Akdag, anî ziman ku Leyla Guven 122 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û piştgiriya xwe anî ziman. Akdag ani ziman ku êrîşa polîsan nayê qebûlkirin û êrîş şermezar kir.    BURSA   Rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê jî bi heman armancê daxuyanî da û êrîş şermezar kir. Hevserokên HDP'ê yên Bûrsayê Serpil Yıldız û Mehmet Resul Baykara, Hevberdevkê Partiya Çep û Keskan a Bûrsayê Kemalettin Yildiz û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn û êrîş şermezar kirin.