NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe ku 22 salin pêk tê, destpê kirin.
Serlêdanên Xelatên Rojnamegertiyê ya ji bo bîranîna nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê gava nûçe dişopand hat kuştin, a di sala 22’emîn de bê lidarxistin, destpê kirin.
JURIYÊN XELATAN
Navê kesên ku îsal di juriya Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe de cih birin wiha ne: Celal Başlangiç, Elîf Yilmaz, Farûk Bîldîrîcî, Fatih Polat, Gokçer Tahincioglu, Mehveş Evin, Nazim Alpman û Semra Kardeşoglu.
ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ
Pêşbirik ji sê beşên mîna Nûçe (Nûçeyên nivîskî û Nûçeyên bi dîmen), Wêne û Rojnamegertiya herêmî pêk tê. Hilberînên di dîrokên navbera 10’ê Adara 2018’an û 10’ê Adara 2019’an de hatine weşadin dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Hilberînên beşdarî pêşbirkê bibin, ên di weşanên çapemeniya nivîskî de hatine weşan din, divê 1 esîl û 8 fotokopiyên wan hebin. Nûçeyên bi dîmen jî divê formata DVD a mînakeke wê hebe, yan jî di li hafizeyeke flash bar bikin û bişînin. Nûçeyên di medyaya înternetê de hatine weşandin jî, dê di kategoriya nûçeyan de bên nirxandin.
Ên ku di beşa weneyan de beşdarî pêşbirkê bibi jî, divê 1 esîl 8 fotokopiyan bişînin, li aliyê çepê yê pişt wêne li ser etîketekê nav, cihê lê kişandiye û dîroka kişandiye binivîse. Wêneyên dê bên şandin jî, divê herî kêm ebata wê 18x24 cm be. (Divê renglî yan jî reş û spî be)
NAVNÎŞANA JI BO SERLÊDANÊ
Berendamên beşdarî pêşbirkê bibin divê bi kurtasî kurte jiyana xwe, agahiyên xwe gihandinê û wêneyekê xwe bişînin. Navnişana Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe, Mehmet Akf Ersoy Caddesi, Mehmet Çıbıkçı İş Merkezi No: 2 Qat: 2 İşyeri No: 21 Şirinevler/Bahçelievler-İstanbul. Divê hemû berhem di 14’ê Adara 2019’an de li ber destên me bin.
Dê xelat, di roja ji dayîkbûna Metîn Goktepe ya 10’ê Nîsanê ya 2019’an de bi merasîmekê bên dayîn.