NAVENDA NÛÇEYAN - 18 kesên ku 15 roj berê bi sedema li herêma Şêladizê bi ser barageha eskerî ya TSK’ê de girtin hatin binçav kirin, dikarin bi zagona hêjmar 156 a serdema Rejîma Baasê bên darizandin. Welatiyên 15 rojin di bin çavan de ne, bi îdîaya “Yekîtiya pergala cemaweriyê û yekîtiya gelan xera kiriye" û “Casûsî kiriye" tên darizandin.
Hikûmeta Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo derxistina leşkerên Tirkiye ji xaka Başûrê Kurdistanê biryarek derxist. Lê ev biryar pêk nehat û dema ku di sala 2019’an de xelkê herêma Behdînanê bi heman armancê baregeha eskerên Tirkiye şewitand, vê carê hikûmetê ew sûcdar kirin û girtin. Dadgeha Dihokê li gorî madeya 156'an ya zagona hejmara 111 ya sala 1969 ya cezayê Iraqê di derbarê 18 kesên hatîn binçavkirî de lêkolînê kir. Ev madeya 156 ya zagona Iraqê di demê rejîma Basê ya Iraqê de hatiye derxistin. Zagon li dijî kesên ku bi qest dixwazin aramiya welat û yekitiyê xira bikin hatiye derxistin. Li gorî vê yasayê kesên bên girtin, tên bi darvekirin.
Di sala 2003’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê li şûna Zagonê ku darvekirin heye, veguhest cezayê muebetê. Dadgeha Dihokê dixwaze 18 kesên ku hatî binçavkirin li gorî vê yasayê ceza bike. 18 kesên ku hê jî dibin çavan dene, ji rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl yên bajarê Dihokê pêktên. Ev kesane dixwestin ji bo piştgiriya raperîna Xelkê Şêladizê li Dihokê çalakiyekê lidarbixin.
Parêzer Erdelan Şêx Fatih li ser vê mijarê agahî da ajansa RojNews û got: “Pêwîst bû kesên hatîn binçavkirin, li gorî zagona hejmara 11 ya sala 2010’an ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiban dadgeh kirin. Ev zagon ji bo kesên bixwazin çalakiyekê lidarbixin hatiye derxistin. Ji ber ku ew 18 kesane dixwesetin çalakiyekê lidarbixin. Li gorî biryara 2003’an ya Parlamentoya Herêmê, pêwîst bû leşkerên dewleta Tirk ji xaka Başûr derketiban. Lê ji bo naçin derve? Yanî xwepêşandanên ji bo derxistina leşkeran, ne li dijî yasayê ye. Li gorî min divê ji bo derxistina vê hêzê hemû rêyên yasayî werin bikaranîn.”
Parêzer Erdelan got ku sucdar kirina kesên hatîn binçavkirin siyasiye û got: “Hikumet vê yekê ji bo bêdeng kirin û tirsandina xelkê dike. Dixwazin bi vê yekê nehêlin carek din xwepêşandan werin lidarxistin. Hebûna hêzên Tirkiyeyê, serweriya xak û asayîşa welat dixe nava metirsiyê. Em her roj dibînin dewleta Tirk xaka Başur bombebaran dike û xelkê sivîl dibe qurbanî. Ji bo vê nabe hêza Tirkyeyê were parastin, divê were ceza kirin.”
Erdelan got ku ew li benda derxistina dadgehê ya kesên hatîn binçavkirinin û got: “Ger ew kes li gorî madeya 156 werin dadgeh kirin, emê weke komek parêzer serdana Dadgeha Giştî ya Herêma Kurdistan, Dihok û Parlamentoya herêmê bikin. Emê daxwaz ji van cihan bikin daku ew kes li gorî madeya xwepêşandanê werin dadgeh kirin û li gorî madeya 156 neyên dadgeh kirin.”
Di 26’ê Çile de welatiyên bajarokê Şêladizê li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk serîhildan û bi ser baregehên dewleta Tirk a dagirker de girtin. Piştî wê hikumeta herêmê pêngavek ya binçavkirina welatî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl da destpê kirin. Li herêma Behdînanê zêdetirî 80 kes hatin binçavkirin. Gelek ji wan hatin berdan lê hê jî 18 kes dibin çavan dene.