AMED - Hayatî Uzman ku 57 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye got: "Serok, nefesa me ye. Bedêla wê çi dibe bila bibe, em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 95'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 57'an de didome. Yek ji van girtiyan jî Hayatî Uzman e ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, tevî 5 hevalên xwe ji 16'ê kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye. Uzman nameyak şand û di nameyê de bal kişand ser sedema çalakiyên greva birçîbûnê.
Uzman, bilêv kir ku ew di koma ewil a greva birçîbûnê de cih girtiye û cara ewil e ku ketiye greva birçîbûnê. Uzman, anî ziman ku di warê fizîkî de ew bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û niha pirsgirêkên wek tansiyon, zihîfbûn, serêşî hwd. dest pê kirine. Uzman, destnîşan kir ku lê belê dîsa jî moralê wan baş e û her diçe heyecana wan zêdetir dibe. Uzman got: "Hîs dikim ku cîhana min a manewî û wateyî berfireh dibe. Bi vî awayî hîn bêtir xwe nêzî Serok Apo û berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê dibînim. Lêgerîna pêkanîna tiştekî, cihê aramiyeke mezin e. Bêdengiya ji bo tecrîdê rewşeke lanetbûyî ye."
‘SEROK JI BO ME NEFES E'
Uzman, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, hem gelê kurd hem jî gelên herêmê tên tecrîdkirin û bal kişand ser sedemên tecrîdê: "Çimkî, Serok motîfên herêmî û gerdûnî di nav paradîgmaya 'Modernîteya Demokratîk' de bi hev re sêwirandiye û nirxên ehlaqî û mirovî, jiyana azad, pirsgirêka jinê çareser kiriye. Ev paradîgma li herêmê bi hestî û goşt bûye. Li ber fikreke ev qasî xurt, ne mimkun e ku faşîzm bikaribe bijî. Niha AKP-MHP, temsîliyeta faşîzma tekparêz a Hîtler, Mûsollînî û Franco dike. Sedema ku fikra demokratîk û azad 'terorîze' dike, li her derî êrîşî desketftiyên kurdan dike û ji bo vê serî li tecrîdê dide, ji ber havênê wê yê faşîzmê ye. Felsefeya Serok, jehrkujiya faşîzmê ye. Loma tim 'prisgirêka beka'yê bilêv dikin. Bi rastî jî ji ber faşîzma AKP-MHP'ê asê bûye, behsa pirsgirêka bekayê dike. Ev qas êrîşkarî, ev qas çewisandin û sixtekarî, ev qas derew û hîle ji ber vê ye. Ji bo vê dixwazin bi tecrîdkirina Serok, gelê me bêyî Serok bihêlin. Lê belê ev ne pêkan e. Rêber Apo, li her derî ye. Serok ji bo me jiyan e, nefes e."
‘DIVÊ EM BERXWEDANÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
Uzman, bilêv kir ku ji bo tecrîdê têkbişikê ji bilî berxwedanê tu rê tune ye û got: "Divê mi hestên şoreşger û azweriya jiyana azad mirov li ber xwe bide. Ji bo rûxandina vê faşîzma ku ji binî ve diheje, berxwedan divê. Ji bo têkşikandina tecrîdê, zîndekirina ruhê 21'ê Adarê, 18'ê Gulanê û 14'ê Tîrmehê divê. Em vê yekê ji dîroka gelên xwe yên berxwedêr dizanin." Uzman, destnîşan kir ku divê berxwedan bê birêxistinkirin.
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
Uzman got: "Divê em berxwedan, bi zindanan tenê sînordar nekin. Divê em berfirehtir bikin. Divê em berxwedanê li kuçeyan, taxan li hemû qadên jiyanê belav bikin. Em bi hev re dikarin vê tecrîdê bişikînin. Em qet nikarin bi tecrîd û faşîzmê bijîn. AKP-MHP, dixwaze vê rewşê bike tiştekî ji rêzê. Ji bo dîrok, çand, ziman û siberoja xwe divê em bi awayekî çalak tev li berxwedanê bibin û tecrîda li ser Serok bişikînin."
‘DIVÊ GELÊ ME BI AWAYEKÎ XURT XWEDÎ LI ÇALAKIYAN DERKEVE'
Uzman, destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê, divê gelê kurd û siyaseta kurd bi awayekî hîn xurtir bertekê nîşan bide û got: "Divê partî, ji bo yekîtiya netewî li dor vê berxwedanê bibin xelek. Divê gelê me, hîn bêtir xwedî li hevrêyên me yên çalakger derkeve. Divê li malê, li derve, li kar û li kuçeyan tekane rojeva wan têkşikandina tecrîda li ser Serok be. Parlementer û partî dikarin vê yekê hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navdewletî bikin rojev. Ev yek di heman demê de tê wateya ku wê faşîzmê di 31'ê Adarê de di sindoqan de têk biçe. Heta faşîm neyê rûxandin û tecrîd neyê şikandin wê berxwedana me dewam bike."
‘TÊ XWESTIN KOMPLO BÊ ROJANEKIRIN'
Uzman, bilêv kir ku bêdengiya dewletên navnetewî jî ne tiştekî nû ye. Uzman, 15'ê Sibata 1999'an bi bîr xist û got: "Jixwe 15'ê Sibatê komployeke navdewletî ye. Dixwazin vê komployê rojane bikin. Çimkî, tu hesabek wan jî li hev derneket. Ne karibûn Rêber Apo, ne gelê kurd û ne jî tevgerê biqedînin. Li pêyî berjwendiyên bêehlaq in. Jixwe AKP, projeyeke ku ji bo vê hatiye çêkirin. Erdogan bi xwe gotibû 'em hevserokê BOP'ê ne.' Ev bi komploya 15'ê Sibatê ket dewrê. Ev yek di ser destkeftiyên gelê kurd pêk hat. Hîn jî didome. Kesên ji bo Efrînê, ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê li kerr û lalîtiyê danîn û komployê rojane dikin û kesên niha ji bo faşîzma heyî xwe li kerr û lalîtiyê datînin heman kes in.
'BÊDENGÎ HEVKARIYA TECRÎDÊ YE'
Ev kes, ew kes in ku her ku AKP ditengije bi destê wan digire. Kesên derfetên maddî û teknîk jê re peyda dikin. Saziyên hiqûqî û gerdûnî yên Ewropayê, wexta mijar dibe kurd bêdeng in. Yek ji vana jî CPT ye. Em bi awayekî aşkere dibêjin; kesên ji bo tecrîdê xwe li bêdengiyê datînin, hevkarê sûcê tecrîdê ne. Bi rojan e li ber Parlementoya Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê didomin, lê belê ev derdor bi tu awayî bertekê nîşanî faşîzmê nadin. Hay ji sûcê xwe hene. Bêdengiya qada navdewletî ji ber vê ye."
‘EM Ê BI SER BIKEVIN'
Uzman, destnîşan kir ku ew hay ji taybetmendiyên berxwedê ên gelê kurd, derdorên demokratîk û sosyalîst hene û got: "Em bawer dikin ku em ê bi hev re faşîzmê têk bişikînin, tecrîdê bişîkînin, Kurdistanê azad bikin. Bedêl çi dibe bila bibe em ê bi ser biekvin. Em careke din komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û silavên xwe li gelê xwe û hemû berxwedêran dikin."
MA / Mehmet Şah Oruç