ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir

img

ENQERE – Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê rapora çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku girtiyên ketin grevê rastî cezayên dîsîplînê tên û vîtamîna B1 nadin girtiyan. Komîsyonê destnişan kir ku bi rêk û pêk girtiyên di çalakiyê de nayên kontrolkirin û gelek girtî pirsgirên giran ên nexweşiyan dijîn. Komîsyonê bang li hikûmetê kir û xwest bi lez gavan bavêjin û "Mafê jiyanê" biparêze. 

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê rapora der barê çalakgerên  li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne, aşkere kir.  Komisyonê, rapora bi navê “Rapora Nirxandin û Tespîta Grevên Birçîb^Funê yên Li Girtîgehên Tirkiye didome" bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li Navenda ÎHD'ê aşkere kir. Endamên komîsyonê jî di civînê de amade bûn. Endamê Komîsyonê Îlhan Ongor,  diyar kir ku piştî li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kir, ÎHD, TÎHV, OHD, ÇHD û baroyên eleqeder li gel rêxistinên tenduristiyê komîsyon ava kirin û dest bi şopandinê kirin. Ongor, anî ziman ku ji bo xizmet û pêdiviyên tibbî kêm nemînin û bi rêk û pêk ev pêdiviyên girtiyan ên tipî pêk bînin bi rêk û pêk hewl didin girtîgehan ziyaret bikin. 
 
Ongor, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 94 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û destnîşan kir ku tenduristiya Leyla Guven her diçe dikeve bin xeteriyê. Onger bal kişand ser raporên û cih dan van agahiyan: 
 
HERÊMA MARMARAYÊ
 
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 
 
Gardiyan, girtiyan provoke dike û dibêjin ‘Hûn ew qas birçî dimînin, ka hûn çima kîlo nadin.' Li gel ku girtî daxwazên vîtamîna B1  dikin jî vîtamîn nadin girtiyan. Li şûna Vîtamîna B1 vîatmîna B  didin girtiyan. 
 
Li Girtîgeha tîpa T1 a Bandirmayê jî ji çileyê 2019'an û şûnde bê pîvan xwê û şekir didin girtiyan. Vîtamîna B1 nadin wan. Li şûna wê kompleksa Vîtaminen B didin wan. Yên naxwazin derkevin revîrê kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa F2 a Bandırma, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha tîpa F a Edîrne, Girtîgehên tîpa F ên Hêjmar 1 -2 ên Tekîrdagê, Li Girtîgeha Hêjmar 1 a Kandira, Girtîgeha Tipa F a Boluyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1-2 a Tekîrdagê, Girtîgeha Hêjmar 1 - 2 a Maltepê pirsgirêkên Vîtamîna B1 heye. Li van girtîgehan bi rêk û pêk kontrola tenduristiyê nayê kirin, Suleyman Benzer ê piştî dest bi grevê kir, ew avêtin yek huceryê û refaqetçiyê wî tune ye. Li hin cihan jî mualiyeya tenduristiyê nayê kirin. Parêzerên ku hevdîtinê dikin bi rêk û pêk agahiyan nadin parêzeran. Yên ku B12 naxwazin dîsa vitamîna B12 didin wan. Yên ku derketina revîrê red dikin rastî cezayê dîsiplîne tên. Girtî Hacer Halil Yusuf û Ruşen Bozan piştî dest bi grevê kirin, çermê wan zuha bûye û her çend ji aliyê bijîşk dermankirin bikin jî lê kontrola şekir nakin û tahlîla xwînê nakin. Dîsa girtî Îbrahîm Kaya 10 kîlo daye. 
 
HERÊMA MARMARA
 
 
Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1-2 a Osmaniye, Girtigeha tîpa F a Kurkçulerê, Girtîgeha tîpa T 1-2 yên Tarsusê Girtîgeha tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê û Girtîeha tîpa L a Antalyaya jî girtiyên ku revîrê red dikin tansiyona wan nayê pîvan, destûr nadin ku wêne bikişînin, ji ber grevê rastî cezayê pîsîplînê tên, li ser piyan hêjmarê dikin, li Girtîgehekê 6 girtiyên di grevê de xistine kawîşên cuda, yên dîsa revirê red dikin nayên muayînekirin û bê kontrol, xwê, şekir karbonat û vîtamina B didin. Dîsa li girtîgehek din 10 girtî xistine kawîşek din. Girtiyên xwestine di bin kontrola TTB'ê de bkên kontrolkirin lê ji ber ketine grevê rastî cezayê dîsîplînê hatine. 
4 jinên di 5'ê Çile de ketine grevê rastî gefa rêveberiya girtîgehê hatine ku dest ji çalakiyê berdin. 
 
HERÊMA ANATOLIYA NAVÎN 
 
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha tîpa T a Karabukê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, Girtîgeha tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê jî heman pirsgirêk hene. Îsmet Akin ê di 26'ê Kanunê de ketiye grevê jî ji ber birîndar e di milê tenduristiyê de di talûkeyê de ye û kîloyan dide. Li Tokatê piştî 12 rojan vîtamîna B daye wan û girtî kîlo didin. Daxwazên girtiyan ên ji bo pêdiviyên tenduristiyê nadin wan. Dîsa rojnameya Yenî Yaşam nadin wan û rastî cezayê dîsîplînê hatine. 
 
HÊRAMA EGEYÊ 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê hatiye diyarkirin ku vîtamîna B1 dane girtiyan, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve birêkûpêk hatine şopandin, ji ber greva birçîbûnê xew herimiye, serêşan û li hev ketina mîdeyê pêk tê. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê lîmon, şerbet, xwê û B12 dikin girtiyan. Karbonmonat nadin girtiyan. Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Bi awayek rêkûpêk kontrola tenduristiya girtiyan nayê kirin. Heta roja îro tenê carek kontrola tenduristiyê hatiye kirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê karbonat û vîtamînên B nadin girtiyan. Şerbet û avşorik amade kirine û dane girtiyan. Hefteyê carek wan dibin revîrê. Li qawîşê her roj kontrol nayê kirin. 
 
Li Girtîgeha Alîaga ya Şakranê 3 girtiyên di ji 29’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne rojane dibin revîrê. Vîtamînên B didin. Gelek zeîf bûne. Ji ber greva birçîbûnê serê çalakgeran diêşe, mîdeya wan li hev dikeve. 
 
Li Girtîgeha Jimara Buca 1 û 2’an a Tîpa F ya Bucayê 3 girtîyên di jimara 1’an de di grevê de ne li heman odeyê dimînin û kesek li wan binêre nîne. Girtî li ser daxwaza xwe karbonatê bikar naynin. Gelek mafên girtiyan ên civakî hatine qedexekirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa L a Kepsûta Balikesîrê 4 girtî ji 18’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne. Av, şekir û vîtamînên B12 didin girtiyan lê bi hêceta karbonat nîne nadin wan. Kontrola tenduristiya wan tê kirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê 2 girtiyên zilam di greva birçîbûnê de ne û rojane kontrola tenduristiya wan tê kirin. Vîtamîn, şekir, av û wekî din birêkûpêk didin wan. 
 
Li Girtîgeha Jimara 1 û 2’an a Tîpa T a Bandirmayê girtiyên di grevê de derdixin revîrê lê girtî qebûl nakin. Ji çalakiyan cezayê men girtine. Vîtamîna B1 bikar tînin û muayeneya bijîşkan nayê kirin. 
 
RIHAYÊ 
 
Ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa T a R ihayê 6 girtî di greva birçîbûnê de ne. Li Jimara 1’an a Tîpa T jî ji 6'ê çile ve 5 girtî di greva birçîbûnê de ne. Îdareya Girtîgehê bi hêceta vîtamîna B1 li Tirkiyeyê nîne nadin girtiyan. 
 
AMEDÊ 
 
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 16’ê kanûna 2018’an ve greva birçîbûnê didome. Girtî mudaxeleya tibî qebûl nakin. Avşorik û şerbet û vîtamîn didin wan. Ava paqij nadin wan. Cezayê sohbetê li girtiyan hatiye birîn. Girtî gelek zeîf bûne. Di bedena girtiyan de birînan xwe daye nîşandan. Kontrola tenduristiyê tê kirin. Li dijî ronî û deng hestiyariya wan zêde bûye. Goştê diranê wan xwîn dibe û nermbûna goştê diranên wan dest pê kiriye. 
 
WAN
 
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê kontrola çalakgeran tê kirin, ji ber dawiya hefteyê bijîşk nîne konrola wan nayê kirin. Şekir, xwê û vîtamîna B12 rojane didin wan. Rêveberiya girtîgehê bi gotinên “We xwarin xwariye?” girtiyan tahrîk dikin. Mafê girtiyan ên sohbetê tê astengkirin. Kîloyên wan kêm bûne. Bêhn naçe wan û di warê dîtinê de zehmetiyan dikişînin, serê wan diêşe û mîdeyan wan li hev dikeve. Her wiha sarogermoyî dibin. 
 
ŞIRNEX
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê çalakger ji 16’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne û pirsgirêkên wan tenduristiyê derketine. Ji roja 11’emîn şûn ve vîtamîn dane wan û ji roja 10’emîn ve kontrola tenduristiya wan hatiye kirin.Vîtamînan didin girtiyan û ji ber grevê lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 8 girtî ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ne û hemû di yek qawîşê de dimînin. Rojê carek kontrola wan a tenduristiyê tê kirin. Vîtamîna B1 didin wan. Ji ber greva birçîbûnê mafên wan ên civakî û sohbetê hatine astengkirin. Ji ber zeîfbûnê goştê diranên wan xwîn dibe, di laşe wan de birîn xwe didin nîşandan û xewa wan herimiye. Mîdeya wan li hev dikeve û serê wan diêşe. 
 
MELETΠ
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne û xwê, şekir û vîtamîn nadin wan. Ji ber grevê pirsgirêkên wan tenduristiyê derketine. Xew li wan herimiye. Îdareya girtîgehê tevî ku dibêje wê vîtamîn bê temînkirin jî lê heta niha nedane wan. 
 
ÎHD’ê di çarçoveya pirsgirêkên tenduristiyê yên girtî dijîn de tespîtan rêz wek pirsgirêkên li jor rêz kir û di çarçoveya van pirsgirêkan de daxwazên çareseriya tenduristiyê jî rêz kir. 
 
ÎHD JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ BANGA LEZGÎN DIKE 
 
Di beşa raporê ya “dawî” de wiha hat gotin: “Tecrîd binpêkirina mafê jiyanê ye. Li dijî qanûnan e. Daxwaza wan ne li dijî qanûnan û hiqûqê û ev daxwaz bi temamî pişgiriya ji bo pêkhatina qanûna û hiqûqê ye. Divê demildest ji bo rakirina tecrîdê bikevin tevgerê û tecrîdkirina Abdullah Ocalan û tecrîdên li girtîgehên din bê rakirin. Em bang li rayedarên dewlet û hikumetê dikin ku demek zûtirîn bikevin tevgerê.” 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/02/2019
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne