STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” a vê heftê de, hat xwestin ku girtiyê nexweşîn giran Zemerhan Tenlî yê ji sedî 15 dilê wî dixebite bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 359’emîn de li dar bixe, lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxist û weneyê girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Di çalakiya vê heftê de rewşa girtiyê nexweş Zemerhan Tenlî hat nirxandin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûsa Pîroglu, nivîskar Temel Demîrer û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran daxuyaniya vê heftê xwend.
‘JI SEDÎ 15 DILÊ TENLÎ DIXEBITE’
Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Zemerhan Tenlî yê 53 salî û wiha axivî: “Tenlî di sala 2013’an de tê girtin û cezayê girtîgeha muebetê ji bo wî hat dayîn. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê girtin. Berî 2 mehan ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin û ji nexweşxanê rapora derbê girtibû. Pirsgirêka tenduristiya dilê Tenlî pir cidiye. Dilê Tenlî ji sedî 15 dixebite. Tenlî berê 2 caran ser li Saziya Tipa Edlî da, lê rapora dikare di girtîgehê de bimîne da Tenlî.”
'DIVÊ TENLÎ DEMILDEST BÊ BERDAN'
Onaran, da zanîn ku divê Tenlî demildest bê berdan û wiha bilêv kir: “Rewşa tenduristiya Tenlî girane û ji bo serbest berdana wî divê demildest gav bên avêtin.”
'TECRÎT ÎŞKENCE YE'
Onaran, da zanîn ku girtiyên nexweşîna giran li girtîgehan terkî mirinê hatine kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li dijî vê yekê banga hestiyariyê dikin. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe bînin cih. Tecrîd rêbazê îşkenceyê û îşkece kirin sûcê mirovahiyê ye.”
Piştî daxuyaniyê dirûşme hatin berzkirin û çalakî bi dawî bû.