ÎZMÎR - Di çalakiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ya vê heftê de, nameya girtiyê nexweşîna penceşêra prostatê Abdulkadîr Aksû hat xwendin. Aksû di nameya ji ÎHD’ê re şand de wiha got: “Ez dixwazim bêm derman kirin.”
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya winda bên dîtin, girtiyên nexweş bên berdan, ligel xizmên windayan û malbatên girtiyan di hefteya 468’an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin’ hat vekirin û nameya girtiyê nexweşîna penceşêra prostatê Abdulkadîr Aksû yê ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê şandibû hat xwendin.
'TEDAWIYA MIN ASTENG DIKIN'
Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek, nameya girtiyê nexweş Abdulkadîr Aksû xwend û di nameya Aksû de ev tişt hatin gotin: “Ji ber dermanan mîda min îflas kiriye. Fitiq di stûyê min de çêbûye. Roviyên min naxebitin û pir zehmetiyan dikêşim. Ji ber êşan ez nikarim razim. Hin caran pir zêde dilerizim. Ez di rewşek pir zor deme. Ev hemû nexwî li girtîgehê di min de rû dan. Dema di êşim min dibin beşa lezgîne. Li vê derê tenê derzî û serûman li min didin. Dûre min paşve dibin girtîgehê. Min ji rayedarên girtîgehê xwest ku li nexweşxanê bêm dermankirin. Lê ji min re gotin ‘li revîrê bijîşk heye.’ Li revîrê jî tim dermanan ji bo min dinivîsin û min dişînin. Gardiyen jî kenê xwe bi vî halê me dikin. Min bi êşên min re rû bi rû dihêlin. Tedawiya min asteng dikin. Lê ez dixwazim bên dermankirin.”
'BILA RAPORA NEXWEŞXANÊ BÊ QEBÛL KIRIN'
Çîçek, bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş ên li girtîgehan dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saziya Tipa Edlî raporên şaş dide girtiyan. Em dixwazin raporên li nexweşxaneyan bên qebûl kirin.”
Piştî daxuyaniya Çîçek, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.