STENBOL - Jinên kedkar, bi armanca zor û zahmetiyên di qada kar de dijîn û pirsgirêkên derdikevin pêşberî wan çareser bikin amadekariya komcivînê dikin. Endama Jinên Kedkar (EKA) Nûrten Karahanci, bang li hemû karkerên jin kir û xwest xwest tev li kongreyê bibin. Karahanci, wiha got: "Em karkerên jin, dixwazin bi xwe pirsgirêkên xwe niqaş bikin û bi xwe çareser bikin.'
Jinên Kedkar (EKA), bi armanca zor, zahmetî û pirsgirêkên di qada kar de dijîn niqaş bikin û çareser bikin dê di 10'ê Adarê de di "Komcivîna Karkerên Jin" de bigirin dest. Karkerên jin dê komcivîna xwe di 10'ê adarê de li Navenda Giştî ya Sendîkaya Petrol Îş'ê ya Altunîzade pêk bînin. Tê payin ku ji çar aliyên Tirkiye karkerên jin tev li vê kamcivînê bibin. Karkerên jin dê di vê komcivînê de pirsgirêkên wekî mobbing, tundî, kedxwarî, cûdakarî, derxistina ji kar û pirsgirêkên din ên di qada kar de dijîn parve bikin û li çareseriyê bigerin. Endama EKA Nurten Karahanci der barê komcivînê de agahî da û bang li hemû karkerên jin kir û xwest tev li komcivînê bibin.
Karahanci, anî ziman ku wekî jinên ji sala 1970'an heta niha têkoşîna azadiya jinan dimeşînin, yekem car komcivînekê pêk tînin û wiha got: “Em dixwazin cerebe û xebatên xwe derbasî astek jortir bikin. Ji bo vê yekê jî karkerên jin û çîna karkeran em dixwazin bêtir xwe bi rêxistin bikin û cerebeyên xwe bêtir komî ser hev bikin. Ji ber vê yekê me pêdivî bi komcivînê dît. Krîza binyadî ya Kapitalizmê ku ji her 10 salan carekê pêk tê herî zêde jin dikevin bin bandora wê. Di nava karkerên Flormarê de yên tev li çalakiyê bûn jin in. Yên herî zêde bandora krîzê dijîn jin in. Li gorî rapora KEÎG'ê jî herî zêde jin ji kar hatin avêtin. Kapitalizm, li ser keda jin û zarokan xwe mezin dike û hebûna xwe berdewam dike. Herî zêde jin rastî êrîşa kedxwariyê tên. Em wekî karkerên jin vê yekê nikarin temaşe bikin. Ji bo em hemû van pirsgirêkan bi axivin, niqaş bikin û li çareseriyê bigerin em dê komcivînê pêk bînin. Me bawer kir ku ev komcivîn dê bi berhem û serkeftî derbas bibe. Pirsgirêkên me hevpar in, çareserî jî dê hevpar bin. Em li fabrika, karkerî, karê paqijiyê, kargeriyên biçûk di nava karekî zêde de ne. Di destê me de gelek dane hene. Pirsgirêk hevpar in, çareserî jî hevpar e. "
'ME GELEK JIN VEXWEND KOMCIVÎNÊ'
Karahanci, da zanîn ku hemû jinên karker, kedkar ên sendîka, rêxistinên jinan û yên bê rêxistin vexwendine vê komxebatê û wiha bi dawî kir: “Di komxebatê de dê kursiya serbest bê avakirin. Karkerên jin dê derkevein kursiyê û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ji bo axaftinê wan em demê bi sînor nakin. Her kes çiqas bixwazin dê bi axivin. Yên herî rehet pirsgirêkan bînin ziman ew bi xwe ne. Di vê pêvajoyê de em em bi jinên di atolyeyên tekstilê û sektorên cuda de kar dikin re anketan çê dikin. Di dawiya rojê de jî em dê li çareseriyê bigerin û nirxandina çareseriyê bikin. Em dê niqaş bikin ku em vê yekê çawa çareser bikin û bi rêxistin bikin. Em naxwazin ku kesên jor pirsgirêkênme niqaş bikin. Em bi xwe pirsgirêken xwe niqaş bikin û em bi xwe li çareseriyê bigerin. Em wekî çîna karkerên jin dixwazin bi xwe pirsgirêkên xwe niqaş bikin û bi xwe çareser bikin. Komcivîna me dê piştî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk bê. Ev girîngî û wateya wê zêdetir dike. Meha Adarê pir zêde derbas dibe. Bi 8'ê Adarê dest pê dike û bi Newrozê berdewam dike. 8'ê Adarê îsal ji bo me pir cuda ye. Meha Adarê her roj ji bo me rojên têkoşîn, piştevanî û azadiyê ye. Em hemû kesî vedixwînin komxebatê."
MA / Necla Demir