STENBOL - Hevserokên giştî û parlementerên HDP'ê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wê di 11'ê Sibatê de ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 94'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger a girtiyan jî di roja 55'an de ye. Li Hwlêrê jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz di roja 81'ê de ye. Her wiha li Galler û Strasboûrgê jî çalakia greva birçîbûnê di roja 55'an de ye.
WÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BIMEŞIN
Piştî mîtînga li Stenbol û Amedê, vê carê jî wê HDP meşekê li dar bixe. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan û hemû parlementerên HDP'ê di nav de wê di 11'ê Sibatê saet di 11:00'an de meşek bê lidarxistin. Wê hevserokên giştî û parlementer ji Qada Taksîmê ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Wê KCDK, HDK û DBP jî piştgiriyê bide meşê. K
Piştî meşê wê di 15'ê Sibatê de HDK, KCD, HDP û DBP li Taksîm Hîll Otelê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê bide. Wê Hevserokên Giştî yên HDP'Ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat şenoglû, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan tev li daxuyaniyê bibin. Her wiha wê gelek partiyên siyasî, delegasyonên navdewletî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî piştgiryê bidin vê daxuyaniyê.
Wê di meş û daxuyaniyê da tecrîda li Îmraliyê bê destnîşankirin.
MA / Yasin Kobulan