AMED – Rayedarên hikûmetê, ji ber Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Gonul Adibellî, tev li çalakiya ku ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven hat lidarxistin bû, ji peywirê dûr xistin.
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî, ji ber tev li çalakiya ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat lidarxistin bû, der barê wê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Platforma Jinê ya Dîcle Amedê, di 20'ê Çileyê ji bo bal bikişîne ser tenduristiya Leyla Guven, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiyek li dar xist. Lê belê piştî çalakiyê 10 endamên platformê hatin binçavkirin û yek ji van endaman jî Adibellî bû. Piştî vê Nexweşxaneya Jina û Welidandinê ya Amedê ku Adibellî lê dixebite, der barê Adibellî de lêpirsîn da destpêkirin û ew ji pewyirê dûr xist.
‘JI BO DAXWAZÊN MAFDAR EM LI WIR BÛN'
Adibellî, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku her çend Rewşa Awarte bi dawî bûbe jî, lê belê bi awayekî fiîlî didome. Adibellî got: "Ji bo mirin rû nedin, daxwazên me daxwazên mirovî bûn. Lê belê, bi awayekî hovane mudaxileyî van daxwazan kirin û paşê min ji peywirê dûr xistin. Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Ez ne poşman im. Ji bo daxwazeke mafdar ez li wir bûm. Û ez ê tim fikrên xwe bînim ziman."
MA - Lezgîn Akdenîz