MÊRSÎN – Erdal Emeç ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tarsûsê ye got: "Heta Rêber azad nebe û tecrîdkirina wî bi dawî nebe, wê çalakiya me dewam bike." Birayê wî Hasan Emeç jî bang li herkesî kir ku bibin dengê girtiyan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 94'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger didome. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Jimare 1 a Tarsûsa Mêrsînê Erdal Emeç e ku ji 5'ê Çileyê ve tevî Fesîh Tekîn, Denîz Ozdemîr, Mehmet Fatîh Bîngol, Serhat Yildirim, Mûrat Karaaslan, Halef Yîgît, Oktay Gul û Bişar Bîlen di greva birçîbûnê de ye.
68 ROJAN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MABÛ
Emeç, di hevdîtina 6'ê Sibatê de bi rêya malbata xwe ji bo raya giştî wiha gotibû: "Rewşa me baş e. Moralê me jî baş e. Heta tecrîdkirina Rêber bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Em ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin. Di vê rêyê de çi bivê em ê bikin." Birayê emeç, Hasan Emeç, diyar kir ku birayê wî di 2013'an de jî 68 rojan di greva birçîbûnê de mabû.
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ
Emeç, destnîşan kir ku tenduristiya birayê wî di asta krîtîk de ye û li girtîgehê tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de nayê kontrolkirin. Emeç, anî ziman ku birayê wî pir zihîf bûye û got: "Li gorî hevalên birayê min gotin; gurçikên wî îfalas kirine. Her wiha di warê mêjî de jî pirsgirêk rû didin. Me ew dît, lê pir zihîf bibû."
'EM BIBIN DENGÊ WAN'
Emeç, destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya birayê xwe û xwest demildest daxwazên wan pêk bênç Emeç, diyar kir ku divê Wezareta Dadê têkeve dewrê û berî mirin çêbibin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: "Niha birayê min bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em nikarin rakevin. Em nikarin xweşikî tiştekî bixwin. Ew û hevalên wî tên bîra me. Bila kes nemire. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Divê êdî herkes deng bide vê çalakiyê."