ŞIRNEX - Mahmût Kulter, di qedexeya derketina derve de mecbûr ma ji Şirnexê koç bike. Rêveberiya TOKÎ, ji bo xaniyê li şûna mala wî çê kir, di bin navê "qada hevpar" de 25 hezar lîre pere jê xwest. Kulter bertek nîşan da û got: "Bila xaniyên çêkirine birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin."
Li navenda Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 14'ê Adar û 14'ê Mijdara 2016'an de hat îlankirin de, gelek avahî hatin rûxandin û li şûna Wan bi hevkariya TOKÎ û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, dest bi çêkirina 6 hezar û 731 avahiyî hat çêkirin. Heta niha nayê zanîn ku dê ev avahî engî tahsîsî xwediyên wan bên kirin. Her dawî ji bo 300 avahiyan, dê di 28'ê Çileyê de pişk bihata avêtin lê belê bi hinceta "arizeyeke teknîkî" pişk hat taloqkirin. Her wiha ji bo avahiyan radestî xwediyên wan bên kirin, di bin navê "qada hevpar" de serê metreyê hezar û 170 lîre pere dixwazin.
Welatiyên di dema qedexeyê de mecbûr man ji bajêr koç bikin, bertek nîşanî vê yekê dan. Yek ji van welatiyan jî Mahmût Kulter e ku ji ber mala wî ya li Taxa Bahçelîevler hat rûxandin mecbûr mabû koçî gund bike.
25 HEZAR JI BO 'QADA HEVPAR', 7 HEZAR JÎ JI BO TAPOYÊ
Kulter, bilêv kir ku xaniyê wî 156 metrekare bû û erseya wî bi giştî 350 metrekare bû, lê belê TOKÎ dixwae xaniyekî 120 metre kare bide wî. Kulter, anî ziman kir ku TOKÎ di bin navê "qada hevpar" de ji gelek cînarên wan di navbera 70-90 hezar lîreyî de pereyan dixwaze û ji wî jî 25 hezar lîre hatiye xwestin. Kulter, bilêv kir ku her wiha ji bo tapoyê jî 7 hezar lîre pere jê hatiye xwestin. Kulter, bal kişand ser rewşa xwe ya aborî û destnîşan kir ku ne mumkun e ku ew vî pereyî bide.
Kulter, anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û got: "Madem wisa dikin bila xaniyên li wir birûxînin. Em ê jî bi kemçeyan avahiyên hatine rûandin rast bikin û ji nû ve xaniyên xwe çêbikin."