AMED – 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku wan ev berxwedan ji çalakiya 14'ê Tîrmehê dewr girtiye û dê çalakiya wan heta dawiyê bidome û dê tecrîda li Îmraliyê bişikînin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest pê kir di roja 94'an de didome. Bi heman daxwazê jî li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê 56 roj in didome. Ji van girtiyan Ridvan Kaya, Hayatî Uzman, Nîmetûllah Cînkişiç, Cuneyt Aslan û Sercan Gumuş 56 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ne. Her 5 girtiyan bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan.
Girtiyan, diyar kir ku 21 yek sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û mafên wî tên binpêkirin. Girtiyan, destnîşan kir ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve Ocalan nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bîne û ji 5'ê Nîsanê ve jî pêwendiya wî ya bi derve re hatiye qutkirin û bi awayekî giran tê tecrîdkirin.
‘GAVA EWIL TECRÎDA ÎMRALIYÊ YE'
Girtiyan, anî ziman ku ji ber îktîdara AKP-MHP'ê li ber pergala dîktatoriyê Ocalan wekîa steng dibîne, wî tecrîd dike. Girtiyan, bilêv kir ku tevî vê tecrîda giran jî Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn paradîgamayeke demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê pêş ve xistiye. Girtiyan, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû bindest û kedkarên li Tirkiyeyê û gelê kurd tê tecrîdkirin û gotin: "Gava ewil a tecrîdkirina civakê ya di warê siyasîî, fikrî, çandî, aborî û civakî de pergala tecrîda li Îmraliyê ye."
‘EM Ê BÊRÎKIRINA GELAN PÊK BÎNIN'
Girtiyan, diyar kir ku Ocalan tim li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber xwe dide û gotin: "Berxwedana wî tim û tim ji bo gelê Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye cihê hest û bestê. Li ber vê berxwedana bêhempa a Rêberê me, hemû hesab û kitabên îktîdarê pûç bûne û loma îktîdar bêtir êrîşkar bûye. Baweriya me ev e ku em bê vê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ya îktîdara AKP-MHP'Ê bişikînin û wê bêrîkirin û hesreta gelan pêk bînin. Eger tecrîda li Îmraliyê bê şikandin, wê gel bigihêjin bihara azadiyê."
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
Girtiyan bal kişand ser çalakiya Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê û gotin: "Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, me 5 kesan di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger kir. Em di çalakiya xwe de bi biryar in û em ê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bişikînin. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê bidin. Çimkî azadkirina Rêberê me, ewlehî û tenduristiya wî tekane armanac me ye. Ji bo vê armancê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
‘WÊ BERXWEDANA ME BI SER BIKEVE'
Girtiyan ku got "li dijî îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê roj roja berxwedanê ye" wiha gotin: "Wê berxwedana me bi ser bikeve. Berxwedan jiyan e. Bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê silav û hezkirin ji bo gelê me û hevrêyên me yên li Kurdistanê û çar hawirdorên cîhanê."