ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûsûl, pêşnûmaya qanûnî ya der barê efûkirina îstismarkirina li hemberî zarokan nirxand û destnîşan kir ku divê zarok di warê pedagojîk de bên perwerdekirin.
Pêşnûmaya qanûnî ya der barê efûkirina îstismarkirina zayendî ya der barê zarokan de dîsa di rojevê de ye. Endama Piştevaniya Morê Denîz Ûsûl, ev yek nirxand û detsnîşan kir ku ew ê li her derê Tirkiyeyê dakevin kuçeyan.
‘ZEWICANDINA ZAROKAN SÛC E'
Ûsûl, bi bîr xist ku pêşnûmaya qanûnî ya der barê zewicandina bi zarokên hatine îstismarkirin û berdana kesên îstismarê dikin, di sala 2016'an de ketibû rojevê û got: "Wê demê, li tevahiya Tirkiyeyê bi hezaran jin li dijî vê yekê daketin kuçeyan. Dibe niha ji nişkave dîsa têxin rojeva meclîsê. Ji bo em li hemberî vê derkevin, em xebatên ji bo rêxistinbûyînê û daketina kuçeyan dikin. Çimkî zewicandina zarokên di biniya 18 salan de sûc e. Îstismarkirina zayendî ya zarok, bi zewicandinê tê rewakirin. Ev yek sûc e."
‘EM Ê NEHÊLIN'
Ûsûl, destnîşan kir ku ew li dijî dûrxistina zarokên keç a ji perwerdehiyê, fetwayên zarokan hepsî malê dikin û zewicandina bi darê zorê li kueçeyan e û got: "Di temenê biçûk de zarokan dizewicînin û bi vî awayî nahêlin daxilî nav civakê bibin. Jixwe tunekirina wan a ji qada giştî aşkere ye. Îktîdar bi anîna efûyê îstismarê rewa dike. Em jin, em ê nehêlin ev yek pêk bê."
Ûsûl, diyar kir ku eger eger ev yek pêk bê, wê sibê tiştên din ên bi vî rengî jî pêk bên. Ûslû, anî ziman ku ji bo ev yek pêk neyê ew ê di warê hiqûqî û polîtîk de bitêkoşin û got: "Îktîdar hewl dide fikra xwe empozeyî nifşê nû bike. Di hilbijartinên herêmî de, divê bi taybetî em daxwaza xwe ya ji bo avakirina Wezareta Jin û zarokan bilind bikin. Her wiha divê navendên astengkirina şidetê bên zêdekirin."
Ûsûl, bilêv kir ku di daraza Tirkiyeyê de zarok û kesên îstismarê dikin li dadgehan tên hember hev û got: "Di pergala darazê de pirsgirêk heye. Zarokên tên îstsimarkirin dema tevî kesê îstismar kiriye tên eywana dadgehê ji ser hişê xwe diçe, qeyrana dil derbas dike. Heman travma li zarok peyda dibe. Wexteke berê li Amedê hat xwestin ku zarokeke di biniya 18 salan de bê zewicandin. Me gilî kir, lê belê rayedarên emniyetê diyar kirin ku heta zaroka an jî malbata zarok gilî neke wê tiştek neyê kirin. Ev mesele civakê eleqedar dike. Wê zarok çawa gilî bike. Her wiha dema zarok hatin îstsimarkirin divê ne bêdengiyê, em qîrînê hoyî wan bikin. Wexta bi bûyerekê re rû bi rû ma, divê çi bike, xwe bigihîne kê, divê çawa ewlehiya xwe pêk bîne? Ji bo vê divê zarok di warê zayenda civakiyî û pêwendîdanînê de, bi awayekî pedagojîk bên perwerdekirin."