STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan red kir.
Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dabûn. Serlêdana malbatan jî hate red kirin.