AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku rapora Zanîngeha Londrayê ya têkildarî cînayeta Tahîr Elçî de amade kiribû dane dozgerê lêpirsînê û 2 meh in du pêşketîn çênebûye.
Baroya Amedê ji bo bîranîn û dosyeya kuştina Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî di hefteya 172’yemîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û gelek parêzer û parêzvanê mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londrayê têkildarî lêpirsîna Tahîr Elçî raporek heyeta pispor amade kiribû û got: “Me vê raporê di 14’ê kanûna 2018’an de radestî dozgerê lêpirsînê kir. Tevî ku nêzî 2 mehan bi ser re derbas bû jî heta niha hêj tu pêşketin di mijara raporê de çênebûye.”
Di çalakiyê de Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar û Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî kurte axaftin kirin û bal kişandin ser cînayeta Elçî û xwestin kujer demildest bên girtin.
Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.