MÊRSÎN - Mêrsîn ji bo mîtînga “Edalet, Azad û Demokrasî” ya sibê bê lidarxistin amadeye. Wekîl û endamên HDP’ê ji bo daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin hemû kes vexwendin mîtîngê.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrsînê, sibe dê li qada mîtîngê ya li Stadyûma Tevfîk Sirri Gur a Yenîşehîrê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya gravên birçîbûnê û bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîtînga “Edalet, Azadî û Demokrasiyê” li dar bixe.
GEL VEXWENDIN MÎTÎNGÊ
Amadekariyên mîtîngê berdewam dikin. Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Ridvan Turan, Kemal Pekgoz û Omer Ocalan bi armanca vexwendina mîtîngê civînên gel pêk tînin û belavokan belav dikin. Guzel û Pekgoz ên HDP’î, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîrê bi gel re hatin gelhev û darbarê girîngeiya mîtîngê de gel agahdar kirin. Wekîlê HDP’ê Ocalan jî li taxa Çîlek a navçeya Akdenîzê, dikandar yek bi yek ziyaret kirin û gel vexwend mîtîngê.
XEBAT BI DAWÎ BÛN
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca bangî tevlîbûna mîtîngê bike, li Cemiyeta Rojnamegerên Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mûstafa Işik, di civînê de axivî û wiha got: “Xebatên me yên derbarê mîtîngê temam bûn. Ligel barîna zêde ya dinava sê rojan de jî, wekîlên me û hevalên me bi gel re hatin gel hev û gel vexwendin mîtîngê. Sibê dê ji Edene, Osmaniye û Hatayê bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin. Di heman demê de, dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê beşdarî mîtîngê bibin.”
'DAXWAZ ZELAL E'
Işik, da zanîn ku rewşa tenduristiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di asteke krîtîk deye û wiha bilêv kir: “Di rewşek neyînî de, ev desthilatdar berpirsiyare. Daxwaz pir zelal e û vekiriye. Em cardin dibêjin; Guven mafdare û divê tecrîd rabe.” Işik, di dawiya axaftina xwe ev bang kir: “Em dibêjin ku; ji bo azadî, demokrasî, xwedî derketina Leyla Guven, siyasetmedarên girtî, bajarên xwe û şarederiyên xwe werin beşdarî mîtîngê bibin. Bila bihar îsal zû were Çûkûrova û em li bendêne ku hemû gelê me bi coşa Newroza ku nêz dibe, bên beşdarî mîtîngê bibin.”