Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîdê li Girtîgeha Kandira 25 rojin di greva birçîbûnê deye. Tuncel, diyar kir ku şikandina tecrîdê, şikandina zincîra şere û avakirina jiyana azad e. Tuncel bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezintir bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 93’yan de berdewam dike. Piştî Guven, nêzî 300 girtiyên dinav de siyasetmedar û rojnameger jî heyîn ji 16’ê Kanûnê ve li girtîgehan peyder pey ketin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger. Yek ji girtiyên ketin greva birçîbûnê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Kandirayê dimîne ye.  
 
Tuncel a ji 15’ê Çile ve di greva birçîbûnê deye, pêkanîna tecrîdê, grevên birçîbûnê yên didomin û hilbijartina herêmî ya 31’ê Adar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Tuncel, diyar kir ku rewşa tenduristiya wê başe û wiha axivî: “Ji ber greva birçîbûnê dîsîplîna jiyana min a rojane guheriye. Ez li gorî jiyaneke bi dîsîplîn û rêxistinkirî tevdigerim. Hevalên min Fîgen û Burcu jî li gorî rewşa nû ya heyî tevdigerin. Em pêşketinên rojane dişopînin û dinava xwe de nîqaş dikin. Nêzî 10-15 rojane rojnameyan nadin me. Em jî li ser televîzyonê nûçeyan dişopînin. Dîsan em roja xwe bi xwendinê derbas dikin.”
 
‘GUVEN MUDAXILEYÊ PÊVAJOYÊ KIR’
 
Tuncel, anî ziman ku îro Hevseroka KCD’ê Leyla Guven mudaxileyê pêvajoyê kiriye û wiha got: “Guven li dijî êrîşên faşîzane û polîtîkayên zilmê yên di serî de li ser gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê ji 8’ê Mijdarê ve ketiye greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger.  Ji vê pêvajoyê derketin, bi berxwedana li dijî faşîzmê mimkun e. Di vê em li dora rojeva xwe, xwe bi rêxistin bikin û têbikolin. Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo ku azadî pêk were, divê em bi daxwaza azadiyê, xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Pêvajoya ku hevala me Leyla Guven dayî destpêkirin jî, ev pêvajoye. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê kûrtir kiriye. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû civak hatiye tecrîd kirin. Têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê, dê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bike û rêyeke nû veke. Tecrîd, işkenceye, zilme, zordestiye, zexte û siyaseta şere. Hemû kesên ji bo vê dibin ‘Na’ divê beşarî berxwedana hevala me Leyla Guven bibin. Pêvajoya ji zindanan dest pêkirî û heya Hewler, Strasbûrg, Galler, Kanada, Şengal û Mexmûrê belav bûyê, teqez dê serbikeve.”
 
‘BERXWEDAN MIROVAN XWEŞIK DIKE’
 
Tuncel, da zanîn ku hemû awayên berxwedanê mirovan xweşik dike û wiha bilêv kir: “Berxwedan dê tu carî rê nede zilam faşîzmê. Berxwedan navê parastina azadî, wekhevî û rûmeta mirovane. Gelê Kurd di hemû qadên jiyanê de mînakên herî xweşik danîne holê. Weke ku Mezlûm Dogan li zinda Amedê gotî; ‘Teslîmkarî mirovan dibe îxanete, berxwedan jî mirovan dibe serketinê.’ Tenê aliyekê berxwedanê têrê neke. Bedena xwe ji mirinê re razandin, encex dibe îfadeya kevneşopiya israra di azadiyê de. Weteya berxwedana di girtîgehan de kûrtire. Di navenda pergalê de, li dijî pergalê vînek bi hêz dana nîşandan, bi me dan nîşandan ku ka dikare çi bike. Berxwedan, ji bo jiyanek azad û birûmet, wekheviya jin û gelan, pêşerojek azad, vîn û baweriya mirovan bi hêz dike.”
 
‘DÊ ÇALAKÎ BERDEWAM BIKIN’
 
Tuncel bal kişand ser hevdîtina hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û wiha domand: “Bêguman piştî 2 sal û nîvan hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re hat kirin girînge. Lê ev nayê wê wateyê tecrîda li ser Ocalan rabûye. Berevajî polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê desthilatdariya siyasî bi rêve dibe. Sedam vê pêvajoyê jî desthilatdariya AKP-Qesrê ye.  Bi armanca şikandina çalakiya greva birçîbûnê hevdîtin hat kirin. Ji 12’ê Çile ve tiştek neguheriye. Berî her tiştî divê polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê bên bi dawî kirin, şert û mercên azadiya Birêz Ocalan bên pêşxistin. Hevdîtina li ser piyan hat kirin, ji daxwazên me pir pir dûre. Heya ku ev daxwazên me neyên qebûl kirin, dê çalakî berdewam bikin. Şikandin tecrîdê, şikandin zincîrên şere. Şans dayîna ji bo jiyaneke nû ye.” 
 
‘HILBIJARTIN DÊ PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE’
 
Tuncel, derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de jî axivî û wiha ev tişt gotin: “Hilbijartina herêmî dê pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê diyar bike. Desthilatdariya AKP-Qesrê, pêvajoya bi sazîkirina faşîzmê ya bi referanduma 16’ê Nîsanê dest pê kir, dixwaze bi hilbijartina 31’ê Adarê temam bike. Ji ber vê encamên di sindoqan de derbikevin holê girînge. Hilbijartina 31’ê Adarê ji bo gelê Kurd, qada parastina destkeftî, ziman, nasname û çanda xwe û diyarkirina pêşeroja xwe ye. Ji bo qezenc kirina qadên xwe em serkeftinê  ji bo rêheval, dost, demokrat û azadîxwazan re dixwazin.”
 
‘GER JIYANEK HEBE, BILA AZAD BE’
 
Tuncel di dawiya axaftina xwe dirûşmeya ‘Berxwedan jiyana’ bi bîr xist û ev peyam da: “Gotina berxwedan jiyane, vê serdemê baş pênase dike. Berxwedan, li dijî faşîzmê, zalîman û kapîtalîzmê, avakirina jiyanek azad, wekhev, demokratîk û ekolojîk e. Ev hêz  û moral dide. Em hemû kesên dibin ku jiyanek din mimkûne dawetî guvenda azadiyê dikin. Ger jiyanek hebe, bila azad be. Ji bo avakirina jiyana azad, em berxwedanê mezin bikin û li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin.”
 
MA / Yasîn Kobûlan

Sernavên din

13/02/2019
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne