Çîroka malbateke Kurd

img

AMED – Çîrokên malbatên Kurd, wêneyê polîtîkayên dewletdê yên li ser gelê Kurt tê meşandin nîşan dide. Di salên 1990'an de bi hezaran gundên Kurdan vala bûn. Bi hezaran Kurd hatin windakirin û kuştin. Niha jî bi hezaran zarokên wan li dijî zilm û zordariyê tev li PKK'ê bûn. Bi hezaran zarokên wan ên zilm qebûl nekirin jî girtî ne. Yek ji malbatên ku wêneyê çîroka kurdan nîşan dide Malbata Yakişir e. Bav hat windakirin, 2 zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan û 2 zarokên wan jî girtî ne. 

Li bajarên Kurdan bi hezaran gund vala bûn. Bi hezaran welatî li malên xwe û kolanan hatin revandin û windakirin. Niha bi hezaran welatiyên Kurd ji ber doza siyasî girtî ne. Dîsa bi deh hezaran ciwanên kurd ên neheqî qebûl nekirin tev li PKK'ê bûn. Yek ji van malbatên ku hemû çîrokên malbadan di nava çîroka xwe de vedihewîne malbata Yakişir e. Malbata Yakişir ji Gundê Saxgozê ya navçeya Dara Nênê ya Çewlîkê koç kirine ye. Malbata Yakişir ka xwedî 10 nifûs in, di sala  1994'an de ji gundê Saxgozê koç kirin. Malbata Yakişir, ji ber bombebardinamana sala 1993'an heta 1994’an ên Balafirên şer û zextên esker û cerdevanan, di sala 1994'an de gundê xwe terk kirin. Malbata Yakişir, ewil koçî Stenbolê kirin û ji wir jî hatin Amedê. Piştî malbatê koç kirin çend roj şûnde bav Mehmet Alî Yakişir (46) li gel qantira xwe çû gund û ji aliyê kesên nediyar ve hat revandin. Ji wê rojê heta niha agahî ji bav Yakişir nayê girtin. Piştî malbatê agahiya 'Hat kuştin' girt koçî Stenbolê kirin. 
 
2 BIRA DI ŞER DE JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Malbata Yakişir, piştî koçî Stenbolê kir, ketin nava destê xizanî û bêzariyê. Malbata Yakişir, di nava zor û zahmetiyên mezin de  salên xwe derbas kirin.  Kurê Mehmet alî Yakişir, Mehmet Yakişir, dema bi zorê birin eskeriyê fîrar kir û di sala 1998’an de tev li PKK’ê bû. Birayê wî Yakup Yakişir jî dema lîse dixwend di Nîsana sala 2009'an de tev li HPG’ê bû. Bira Mehmet Yaşikir piştî 20 salan di nava PKK'ê de ma, di 13'ê Tîrmeha 2018’an de li Gumuşxaneyê di şer de jiyana xwe ji dest da.  Mehmet Yakişir li Amedê bi merasimekê hat definkirin. Bira Yakup Yakişir jî  di Adara 2018'an de di şerê li Efrînê jiyana xwe ji dest da. 
 
2 BIRA GIRTÎ NE 
 
Ji malbata Yakişir ku bav hat windakirin û 2 bira di şer de jiyana xwe ji dest dan, niha 2 bira jî girtî ne. Bira Talip Yakişir (32), bi îdîaya di maşîna wî de bombe hatiye dîtin, 3 caran lêpirsîn lê hat vekirin. Piştre doz lê hat vekirin û 14 sal ceza lê hat birîn. Talip Yakişir, niha li Girtigeha Menemen a Îzmîrê Girtî ye. Bira Orhan Yakişir (29) jî bi sedema xebatên siyasî niha girtî ye. Orhan Yakişir jî ji ber xebaten siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha tîpa D a Amedê de ye. 
 
25 SALIN HÊJ CENAZEYÊ BAVÊ XWE NEDÎTINE 
 
Bira Salîh Yakişir (41),  diyar kir ku jiyana malbata wan wekî fîlmekî ye û wiha got: "Dema em li gund bûn rê girtî bûn. Maşîne tune bûn. Me hemû alav û amûrên xwe li gund hniştin û me gund terk kir. Em nêzî hefteyekî meşiyan. Ji ber qedexeyan em nikarîbûn biçin gund. Dema bavê min qantir bir gund hat windakirin. Piştî em hatin Çewlikê em nêzî salekê li Çewlîkê man. Em bi heviya ku bavê xwe bibînin li Çewlîkê man. Piştre em fêr bûn ku bavê me hatiye kuştin. 25 sal borîn lê hêj cenazeyê bavê min li holê tune ye. Piştre me koçî Stenbolê kir. Em li wir di nava xizanî û zahmetiyên mezin de man. Biraye min Mehmet Yakişir bi zorê birin eskeriyê. Piştre em bihîst ku birayê min fikar kiriye û tev li PKK’ê bûye. Piştî wê birayê min ê biçûk Yakup ket bin bandora Mehmet û dema lîse dixwend tev li HPG’ê bû. Yakup hêj biçûk bû  tev li hevalan bû. Xwendekarekî serkeftî bû. Got 'Ez nikarim li vir bijîm' û çû. " 
 
YEK DIÇE DEH HEZAR TÊN' 
 
Yakişir, anî ziman ku di qedexeya Sûrêde xwarziyê wî Mahsum Gurkan di Adara 2016’an de di şer de jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "Di salên 94’an de bavê min hat qetilkirin. Piştî wê xwişka min zewicî. Piştre kurê xwişka min çê bû, mezin bû û ew jî di şerê Sûrê de ji yana xwe ji dest da. Yek diçe deh hezar tên. Bi kuştinê nikarin rê li pêş têkoşîn û doza me bigirin. Kes nikarine ji van ciwanan re bêjin 'Tu neheq e.' Kes nikare ji Yaqup re bêje 'Tu li dijî zagonên vî welatî derketiye' Ger ku wisa bêjin ew jî dê bêje 'We bavê min kuştiye. Bavê min gundiyekî feqîr bû. Te gundê me talan kir û em koçber kirin. Te bi hezaran xizmen min kuşt'. 
 
 
'DERVE LI ME KIRINE ZINDAN' 
 
Salih Yakişir, anî ziman ku niha birayên wî Orhan Yakişir û Talip Yakişir girtî ne û wiha got: "Dozger û dadger bi pêşdarazî nêzîk bûn. Gotin 'Hûn ji malbata rêxistinê ne. Ev têra delîlan dike' û ceza li wan birîn. Polîs her dem bi ser malbata me de digirin. An sirgûn dikin, an înfaz dikin an jî digirin û davêjin zindanê. Jiyanê li me diheriminin. Her ku diçe şert û mercê jiyanê li me zahmed dikin. Niha dibe ku em li derve ne. Lê em ji di zindanê de ne. Niha kes nikare azad tev bigere. Mehê carekê bi ser malê de digirin û deriyên malê dişikînin. Zextên derûnî li ser me dimeşînin. Dayika min 60- 70 salî ye. Me rehet bernadin. Dayika min nikare derkeve derve. 
 
‘EZ GELÊ MEZOPOTAMYA ME'
 
Yakişir, da zanîn ku çend roj berê hat binçavkirin û di bin çavan de polîsan gotiye 'Em matmayî dimînin ku tu hêj çawa li vir dijî' û wiha got: "Min jî got 'Ez li ser vê axê mezin bûm. Ez gelê Mezopotamya me. Ez ji xeynî vir nikarim li cihê din bijîm. Ji me dixwazin ku an me sirgûn bibin, an em bên kuştin an jî bên girtin. Dikarin me bikujin û bavêjin zindanê. Lê divê em war û axa xwe terk nekin. Me tiştekî şaş nekiriye û em ji vir bar nakin." 
 
HETA LÎSEYÊ DI HEMAN POLÊ Û SIRAYÊ DE BÛN
 
 
Xwişka Yakup Yakişir Fatma Yakişir (27) jî qala Yaqup kir ûw iha got: "Jiyanek pir zor û zahmet e. “Min û Yakup heta lîseyê bi hevre xwend. Em di heman pol û sirayê de bûn. Her tim bi hurmet û fedekar bû. Tu car neheqî qebûl nekir. Hem neheqî qebûl dikir û hem jî neheqî li kesî nedikir.  Hêj zarok bû her dem lepirsîn dikir. Her dim wade dida tiştan. Em di sala 2008’an de hatin Amedê. Min lîse berdabû. Lê wî lîse berdewam dikir. Her tim digot 'Dema em bimirin, divê çavê me girtî nemîne. Divê em tiştekî nîvco ji kesên li pişt xwe re nehêlin. Divê em paşerojek rast û xurt li pey xwe bihêlin."
 
‘GUNDÊ ME BI F16 BOMBE KIRIN
 
Dayika Salih Yakişir a 67 salî Hatice Yakişir jî anî ziman ku ji sala 1993’an heta sala 1994'an balafirên şer ên F-16'an gunde wan bombe kirin û eskeran gundê wan talan kir û wêran kir û wiha got: "Dema balafiran gundê me bombe kir Şervanê min (Yakup) wê demê hêj yek salî bû. Di çilê zivistanê de di nava serma û berfê de me gundê xwe vala kir. Li ser me bomde dibarandin. Em û zarokên xwe ji gund derketin. Me koç kir û me xwe avêt gundekî din. Me bi zorê canê xwe û  zarokên xwe xelas kir. 10 roj şûnde hevjînê min bi hesp vegeriya gund. Lê piştî çû gund carek din venegeriya. Me hesp dît, lê me Mehmet Alî carek din nedît. Wê demê zarokên min biçûk bûn. Kurê min ê herî mezin 19 salî bû. Jiyana me di nava koçberî, xizanî, zahmetî û zilmê de derbas bû. Min di nava zor û zahmetiyên pir mezin de 10 nifûs mezir kir. Kurêmin Cudî (Mehmet) piştî zewicî 2 sal şûnde tev li partiyê bû. Ji ber ku zext zêde bûn, li dijî zextan tev li PKK'ê bû. Kurê min ê herî biçûk Şervan li Efrinê şehit ket. 
 
YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN BI GAZÊ ÊRÎŞ DIKIN
 
Hevjînê min û 2 kurêmin di şerde jiyana xwe ji dest dan. Ez wekî dayikekê dixwazim dawî li vê kuştinê bê. Ez wekî dayikekê dixwazim aştî pêk bê. Dayikên ku daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman, rastî êrîşên bombeyên gazê tên. Em naxwazin dayikên gerîlla û eskeran bigirîn. Em aştiyê dixwazin. Kesên 70 salî wekî terorîst pênase dikin." 

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike