AMED – Çîrokên malbatên Kurd, wêneyê polîtîkayên dewletdê yên li ser gelê Kurt tê meşandin nîşan dide. Di salên 1990'an de bi hezaran gundên Kurdan vala bûn. Bi hezaran Kurd hatin windakirin û kuştin. Niha jî bi hezaran zarokên wan li dijî zilm û zordariyê tev li PKK'ê bûn. Bi hezaran zarokên wan ên zilm qebûl nekirin jî girtî ne. Yek ji malbatên ku wêneyê çîroka kurdan nîşan dide Malbata Yakişir e. Bav hat windakirin, 2 zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan û 2 zarokên wan jî girtî ne.
Li bajarên Kurdan bi hezaran gund vala bûn. Bi hezaran welatî li malên xwe û kolanan hatin revandin û windakirin. Niha bi hezaran welatiyên Kurd ji ber doza siyasî girtî ne. Dîsa bi deh hezaran ciwanên kurd ên neheqî qebûl nekirin tev li PKK'ê bûn. Yek ji van malbatên ku hemû çîrokên malbadan di nava çîroka xwe de vedihewîne malbata Yakişir e. Malbata Yakişir ji Gundê Saxgozê ya navçeya Dara Nênê ya Çewlîkê koç kirine ye. Malbata Yakişir ka xwedî 10 nifûs in, di sala 1994'an de ji gundê Saxgozê koç kirin. Malbata Yakişir, ji ber bombebardinamana sala 1993'an heta 1994’an ên Balafirên şer û zextên esker û cerdevanan, di sala 1994'an de gundê xwe terk kirin. Malbata Yakişir, ewil koçî Stenbolê kirin û ji wir jî hatin Amedê. Piştî malbatê koç kirin çend roj şûnde bav Mehmet Alî Yakişir (46) li gel qantira xwe çû gund û ji aliyê kesên nediyar ve hat revandin. Ji wê rojê heta niha agahî ji bav Yakişir nayê girtin. Piştî malbatê agahiya 'Hat kuştin' girt koçî Stenbolê kirin.
2 BIRA DI ŞER DE JIYANA XWE JI DEST DAN
Malbata Yakişir, piştî koçî Stenbolê kir, ketin nava destê xizanî û bêzariyê. Malbata Yakişir, di nava zor û zahmetiyên mezin de salên xwe derbas kirin. Kurê Mehmet alî Yakişir, Mehmet Yakişir, dema bi zorê birin eskeriyê fîrar kir û di sala 1998’an de tev li PKK’ê bû. Birayê wî Yakup Yakişir jî dema lîse dixwend di Nîsana sala 2009'an de tev li HPG’ê bû. Bira Mehmet Yaşikir piştî 20 salan di nava PKK'ê de ma, di 13'ê Tîrmeha 2018’an de li Gumuşxaneyê di şer de jiyana xwe ji dest da. Mehmet Yakişir li Amedê bi merasimekê hat definkirin. Bira Yakup Yakişir jî di Adara 2018'an de di şerê li Efrînê jiyana xwe ji dest da.
2 BIRA GIRTÎ NE
Ji malbata Yakişir ku bav hat windakirin û 2 bira di şer de jiyana xwe ji dest dan, niha 2 bira jî girtî ne. Bira Talip Yakişir (32), bi îdîaya di maşîna wî de bombe hatiye dîtin, 3 caran lêpirsîn lê hat vekirin. Piştre doz lê hat vekirin û 14 sal ceza lê hat birîn. Talip Yakişir, niha li Girtigeha Menemen a Îzmîrê Girtî ye. Bira Orhan Yakişir (29) jî bi sedema xebatên siyasî niha girtî ye. Orhan Yakişir jî ji ber xebaten siyasî 12 sal ceza lê hat birîn û niha li Girtîgeha tîpa D a Amedê de ye.
25 SALIN HÊJ CENAZEYÊ BAVÊ XWE NEDÎTINE
Bira Salîh Yakişir (41), diyar kir ku jiyana malbata wan wekî fîlmekî ye û wiha got: "Dema em li gund bûn rê girtî bûn. Maşîne tune bûn. Me hemû alav û amûrên xwe li gund hniştin û me gund terk kir. Em nêzî hefteyekî meşiyan. Ji ber qedexeyan em nikarîbûn biçin gund. Dema bavê min qantir bir gund hat windakirin. Piştî em hatin Çewlikê em nêzî salekê li Çewlîkê man. Em bi heviya ku bavê xwe bibînin li Çewlîkê man. Piştre em fêr bûn ku bavê me hatiye kuştin. 25 sal borîn lê hêj cenazeyê bavê min li holê tune ye. Piştre me koçî Stenbolê kir. Em li wir di nava xizanî û zahmetiyên mezin de man. Biraye min Mehmet Yakişir bi zorê birin eskeriyê. Piştre em bihîst ku birayê min fikar kiriye û tev li PKK’ê bûye. Piştî wê birayê min ê biçûk Yakup ket bin bandora Mehmet û dema lîse dixwend tev li HPG’ê bû. Yakup hêj biçûk bû tev li hevalan bû. Xwendekarekî serkeftî bû. Got 'Ez nikarim li vir bijîm' û çû. "
YEK DIÇE DEH HEZAR TÊN'
Yakişir, anî ziman ku di qedexeya Sûrêde xwarziyê wî Mahsum Gurkan di Adara 2016’an de di şer de jiyana xwe ji dest da û wiha lê zêde kir: "Di salên 94’an de bavê min hat qetilkirin. Piştî wê xwişka min zewicî. Piştre kurê xwişka min çê bû, mezin bû û ew jî di şerê Sûrê de ji yana xwe ji dest da. Yek diçe deh hezar tên. Bi kuştinê nikarin rê li pêş têkoşîn û doza me bigirin. Kes nikarine ji van ciwanan re bêjin 'Tu neheq e.' Kes nikare ji Yaqup re bêje 'Tu li dijî zagonên vî welatî derketiye' Ger ku wisa bêjin ew jî dê bêje 'We bavê min kuştiye. Bavê min gundiyekî feqîr bû. Te gundê me talan kir û em koçber kirin. Te bi hezaran xizmen min kuşt'.
'DERVE LI ME KIRINE ZINDAN'
Salih Yakişir, anî ziman ku niha birayên wî Orhan Yakişir û Talip Yakişir girtî ne û wiha got: "Dozger û dadger bi pêşdarazî nêzîk bûn. Gotin 'Hûn ji malbata rêxistinê ne. Ev têra delîlan dike' û ceza li wan birîn. Polîs her dem bi ser malbata me de digirin. An sirgûn dikin, an înfaz dikin an jî digirin û davêjin zindanê. Jiyanê li me diheriminin. Her ku diçe şert û mercê jiyanê li me zahmed dikin. Niha dibe ku em li derve ne. Lê em ji di zindanê de ne. Niha kes nikare azad tev bigere. Mehê carekê bi ser malê de digirin û deriyên malê dişikînin. Zextên derûnî li ser me dimeşînin. Dayika min 60- 70 salî ye. Me rehet bernadin. Dayika min nikare derkeve derve.
‘EZ GELÊ MEZOPOTAMYA ME'
Yakişir, da zanîn ku çend roj berê hat binçavkirin û di bin çavan de polîsan gotiye 'Em matmayî dimînin ku tu hêj çawa li vir dijî' û wiha got: "Min jî got 'Ez li ser vê axê mezin bûm. Ez gelê Mezopotamya me. Ez ji xeynî vir nikarim li cihê din bijîm. Ji me dixwazin ku an me sirgûn bibin, an em bên kuştin an jî bên girtin. Dikarin me bikujin û bavêjin zindanê. Lê divê em war û axa xwe terk nekin. Me tiştekî şaş nekiriye û em ji vir bar nakin."
HETA LÎSEYÊ DI HEMAN POLÊ Û SIRAYÊ DE BÛN
Xwişka Yakup Yakişir Fatma Yakişir (27) jî qala Yaqup kir ûw iha got: "Jiyanek pir zor û zahmet e. “Min û Yakup heta lîseyê bi hevre xwend. Em di heman pol û sirayê de bûn. Her tim bi hurmet û fedekar bû. Tu car neheqî qebûl nekir. Hem neheqî qebûl dikir û hem jî neheqî li kesî nedikir. Hêj zarok bû her dem lepirsîn dikir. Her dim wade dida tiştan. Em di sala 2008’an de hatin Amedê. Min lîse berdabû. Lê wî lîse berdewam dikir. Her tim digot 'Dema em bimirin, divê çavê me girtî nemîne. Divê em tiştekî nîvco ji kesên li pişt xwe re nehêlin. Divê em paşerojek rast û xurt li pey xwe bihêlin."
‘GUNDÊ ME BI F16 BOMBE KIRIN
Dayika Salih Yakişir a 67 salî Hatice Yakişir jî anî ziman ku ji sala 1993’an heta sala 1994'an balafirên şer ên F-16'an gunde wan bombe kirin û eskeran gundê wan talan kir û wêran kir û wiha got: "Dema balafiran gundê me bombe kir Şervanê min (Yakup) wê demê hêj yek salî bû. Di çilê zivistanê de di nava serma û berfê de me gundê xwe vala kir. Li ser me bomde dibarandin. Em û zarokên xwe ji gund derketin. Me koç kir û me xwe avêt gundekî din. Me bi zorê canê xwe û zarokên xwe xelas kir. 10 roj şûnde hevjînê min bi hesp vegeriya gund. Lê piştî çû gund carek din venegeriya. Me hesp dît, lê me Mehmet Alî carek din nedît. Wê demê zarokên min biçûk bûn. Kurê min ê herî mezin 19 salî bû. Jiyana me di nava koçberî, xizanî, zahmetî û zilmê de derbas bû. Min di nava zor û zahmetiyên pir mezin de 10 nifûs mezir kir. Kurêmin Cudî (Mehmet) piştî zewicî 2 sal şûnde tev li partiyê bû. Ji ber ku zext zêde bûn, li dijî zextan tev li PKK'ê bû. Kurê min ê herî biçûk Şervan li Efrinê şehit ket.
YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN BI GAZÊ ÊRÎŞ DIKIN
Hevjînê min û 2 kurêmin di şerde jiyana xwe ji dest dan. Ez wekî dayikekê dixwazim dawî li vê kuştinê bê. Ez wekî dayikekê dixwazim aştî pêk bê. Dayikên ku daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman, rastî êrîşên bombeyên gazê tên. Em naxwazin dayikên gerîlla û eskeran bigirîn. Em aştiyê dixwazin. Kesên 70 salî wekî terorîst pênase dikin."