Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng

img

AMED – Cuneyt Aslan ê 55 roj in li girtîgehê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi peyamek bi deng da zanîn ku dewlet dixwaze wan hînî vê tecrîdê bike û wiha bang kir: “Rêbertî ji bo me nefes, rih û can e. Em ê bi rihê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin. Divê her kes deng bide dengê girtiyan û li dijî tecrîdê derkeve.” 

Li Girava Îmraliyê tecrîdekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Bi armanca tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 93’yemîn de li mala xwe greva birçîbûnê ya bê dawî û bêdorveger didomîne. Li dehan girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê jî 291 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Ji çalakgerên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê yek jê jî Cuneyt Aslan e. Aslan ji roja 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye peyamek bi deng da. 

Aslan ê ji sala 2016’an ve di girtîgehê de ye bi deng li ser navê hevalê xwe yên di greva birçîbûnê de ne axivî û armanca greva birçîbûnê vegot. 
 
Peyama bi deng a Aslan wiha ye: 
 
“Wek koma yekemîn ev bû 54 roj (duh) em 5 heval di greva birçîbûnê de ne. Em di destpêkê de hemû hevalên ku di grevê de ne silav dikin. Armanca çalakiya me ew ku; ew tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bê şikandin. Tecrîdkirina Rêbertiyê tu bingehên wê yên ehlaqî, wîjdanî û mirovî tune ye. Ji bo ev tecrîd bê şikandin em ê çalakiya xwe bi biryardarî bimeşînin. Hewceye her kes vê yekê bizanibe. Tecrîd tiştek ku nayê qebûlkirinê ye. Îro dixwazin me hînî vê tecrîdê bikin. Tecrîdê wek tiştekî asayî û ji rêzê nîşan didin. Lê me vê yekê tu carî qebûl nekir û em îro jî qebûl nekin. Li dijî tecrîdê heta ji me bê em ê li ber xwe bidin. 
 
BÊDENG NEMÎNIN
 
Îro Rêbertî ji bo me can e, rih e û vîn e. Vîna me ya azad temsîl dike. Ji bo vê yekê bedela wê çi dibe bila bibe heya dawiyê em ê li dijî tecrîdê ber xwe bidin. Daxwaziya me jî ji gelê me û her kesî ew e ku; di vê demê de bêdeng nemînin û çi ji destê wan tê bikin. Ji heft salî heta heftê saliyan tiştek di vê demê de bike heye. Niha em jî li ser vî esasî çalakiya xwe didomînin. 
 
EM Ê BI RIHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ LI BER XWE BIDIN 
 
Em dixwazin vê yekê jî bibêjin; çawa berê ku di Zîndana Amedê de hevalên me di 14’ê Tîrmehê de li ber xwe dan û bi ser ketin, em ê jî îro li vir wek wan hevalan li ber xwe bidin û em di wê bîr û baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Serkeftin wê bibe ya me û gelê me. 
 
DIVÊ HER KES JI TECRÎDÊ FÊM BIKE
 
Niha gotina ‘Bê Rêbertî jiyan nabe” ji bo me tenê sloganek nîne. Ji ber ku Rêbertî ji bo me nefes e, can e û rih e. Wisa di cihek biçûk de ev bû 20 sal li ber xwe dide û bi hemû hêza xwe moral, bawerî û hêzê dide me. Dixwazin me bênefes û bêrêbertî bihêlin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Divê di vê demê de her kes ji tecrîdê fêm bike û li dijî tecrîdê li ber xwe bide û bêdeng nemîne. Dem ne dema bêdengiya yê. Roj roja li malê rûniştinê nîne. Jixwe berê jî gelê me li dijî zext û zordariyên li ser Rêbertiya xwe li ber xwe dan. Em di wê baweriyê de ne dê îro jî li ber xwe bidin. Çawa pêşengên me gotin ‘Berxwedan jiyan e’ û bi ser ketin, em jî îro dibêjin ‘Berxwedan jiyan e’ û em ê bi ser bikevin.”  
 
‘GIRTÎ RASTÎ CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ TÊN’ 
 
Aslan di hevdîtina vekirî de jî destnîşan kir ku rojnameya Yenî Yaşamê ji wan re naçe û gelek mafên wan civakî hatine desteserkirin û binpêkirina mafan pêk tê. Aslan ragihand ku cezayên dîsîplînê li hevalên wan dibirin û gelek jî rastî lêpirsîna dîsîplînê tên. 

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike