Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn

img

RIHA - Li Hasan Aydin ku ji doza polîsan a Serêkaniyê bereat kir, ji ber îfadeyên 2 kesên di bin îşkenceyê de dan, 6 cara cezayê muebeta giran hat birîn. 

Di danişîna doza 2 polîsên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin de, li Hasan Aydin ku 2 sal û 8 mehan girtî mabû, niha jî ji be îfadeya du kesên bi awayekî negirtî tên darizandin û di bin îşkenceyê de îfade dan, 6 cara cezayê muebeta giran hat birîn. 
 
Aydinê ku ji ber bûyera li Serêkaniyê bi cezayê muebeta giran dihat darizandin, piştî 2 sal û 8 mehan di girtîgehê de ma bereat kiribû û hatibû berdan. Lê belê ji ber îfadeya du kesên di bin îşkenceyê de îfade dan, di danişîna 17'an ku di 25'ê Çileya 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê pêk hat, tevî 3 kesan 6 caran cezayê muebeta giran lê hat birîn. Di dosyeyê de li du kesan tenê carekê cezayê muebeta giran û li 2 kesan jî ji ber endamtiya rêxistinê 8 sal û 9 meh ceza hat birîn û kesek jî bereat kir. 
 
Parêzerê Aydin, Huseyîn Akay, destnîşan kir ku der barê muwekîlê wî de tu delîleke şêner tune ye. Akay, diyar kir ku muwekîlê wî Aydin ji ber cinayeta polîsan nehatiye girtin, lê belê bi refleksa polîsan ji bo di vê dozê de bê girtin liv û tevger çêbûne. 
 
'ALÎKARIYÊ BIKE EM WÎ BIGIRIN' 
 
Akay, bilêv kir ku ev doz ji destpêkê ve derî hiqûqê ye û got: "Hasan Aydin di doza cinayetê de bereat kir. Lê belê darizandina dosyeya din, li gor maddeya 302'yan bi awayekî cuda dewam kir. Di vê dosyeya dewam dike de, delîleke berbiçav tune ye, lê belê ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine girtin 6 caran cezayê muebeta giran li muwekîlê min hat birîn." 
 
Akay, diyar kir ku muwekîlê wî Aydin ji ber îfadeyên du kesan hatiye cezakirin û got: "Li holê, cezayekî ji ber beyanên du kesan heye. Yanî hin kes der barê we de îfadeyê didin û cezayê muebeta giran li we tê birîn. Di qanûna ceza ya tirk de, beyan bi tena serê xwe wekî delîl nayê qebûlkirin. Jixwe ev beyan di bin îşkenceyê de hatine dayîn û di hizûra dadgehê de bi paş ve hatine kişandin. Ji van beyanan a balê dikişîne ya bersûc Azîz Dûrsûn e. Dûrsûn got 'Polîsan gotiyem em Hasan Aydin tim binçav dikin. Em nikarin wî bidin girtin. Eger tu îfadeya me nivîsandiye îmze bikî, em ê karibin wî bidin girtin. Alîkariya me bike.' Dûrsûn, got îşkence lê hatiye kirin. Li dadgehê got, di bin îşkenceyê de pê hatiye îmzekirin." 
 
HAT ÎŞKENCEKIRIN, GEF LI MALBATA WÎ HAT XWARIN 
 
Ji 9 bersûcên di çarçoveya dosyeya navborî de girtî Azîz Dûrsûn, di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku li emniyetê hatiye îşkencekirin û polîsan bi zorê îfade pê daye îmzekirin. Dûrsûn, di îfadeyê xwe de bilêv kir ku ew kesê bi navê Hasan Aydin nas nake, tenê di binçavan de polîsan jê re gotiye wan Aydin 2-3 caran binçav kiriye û nikarin wî bidin girtin, lê belê ger ew îfadeya hatiye amadekirin îmze bike ew ê karibin wî bidin girtin. Dûrsûn di îfadeya xwe de got: "Lê min qebûl nekir. 4 rojan li ser hevdu hem îşkenceya zayendî hem jî îşkenceyên din hatin kirin. Min li ber xwe da, lê min ji mecbûrî qebûl kir. Her wiha der bar Mahmût Ortakçilar de jî heman tişt hat kirin. Ji min re gotin 'ji bo em wî bidin girtin divê tu îfadeya me amade kiriye îmze bikî.' Min nizanibû ez çi îmze dikim. Ji bo ez li dozgeriyê û dadgehê heman tiştî bêjim,  gef li min xwarin û gotin 'em ê malbata te jî bînin û em ê wan jî îşkence bikin.' Ez fikirîm. Çi anîn serê min wê bînin serê malbata min jî. Min li dozgeriyê û dadgehê îfadeya xwe dubare kir û got ez poşman im. Min ev yek di bin zext û zoriyan de got. Min 8-9 saetan di jêrzemînê de hiştin." Ji ber vê îfadeya Dûrsûn û bersûcekî din 6 caran cezayê muebeta giran li Aydin hat birîn. 
 
Orhan Bûlûtê ku îfade li ser Aydin û bersûcên din da jî, di îfadeya xwe de got: "Îfadeyên min berê dabûn ne aîdî min in. Ên polîsan e. Ez van îfadeyên xw ebi paş ve vedikişînim. Polîsan xwest bûyerê li cînarê min û kesên navên wan di dosyeyê de ne bar bikin. Min qebûl nekir, lê ez îşkence kirim. Min şilfî tazî kirin. Çavê min girtî bû. Tenê ez dihatim îşkencekirin. Ji mecbûrî min bûyer qebûl kir. Polîsan senaryoyek amade kiribû. Bi min dan îmzekirin. Min ev yek nexwendin. Di bin îşkenceyê de min ji mecbûrî îmze kir." 
 
ÎDIA TUNE YE, LÊ CEZA HEYE 
 
Parêzer Akay, destnîşan kir ku ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de, divê kes neyê cezakirin û got: "Li holê delîl tune ne. Xalek din jî; rêgeza darizandna bê îdianame nabe hat binpêkirin. Çimkî di der barê Hasan Aydin de ji 302'an îdianame heye, lê belê ji bo her 5 meubetên giran îdiayek tune ye. Wekî idiayên de rbarê bersûcên din de, li ser Aydin jî hebin hat cezakirin. Bi vî awayî careke din maddeyeke girîng a qanûnê hat binpêkirin. Di qanûna dadgehên hiqûqê de maddeyek wisa heye. Bi delîlên şahidan ne mimkun e hûn kesekî têxin bin deynekî 5 hezar lîreyî. Çend kesên tên cem hev nikarin bêjin kesê x deyndarê kesê y ye. Lê belê di vê dosyeyê de gelek kesên ciwan ji ber îfadeyên du kesan ku li dadgehê îfadeyên xwe bi paş ve kişandin 6 caran bi muebeta giran tên cezakirin. Jiyana wî hat deyndarkirin." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 
 
 

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike