RIHA - Li Hasan Aydin ku ji doza polîsan a Serêkaniyê bereat kir, ji ber îfadeyên 2 kesên di bin îşkenceyê de dan, 6 cara cezayê muebeta giran hat birîn.
Di danişîna doza 2 polîsên di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatin kuştin de, li Hasan Aydin ku 2 sal û 8 mehan girtî mabû, niha jî ji be îfadeya du kesên bi awayekî negirtî tên darizandin û di bin îşkenceyê de îfade dan, 6 cara cezayê muebeta giran hat birîn.
Aydinê ku ji ber bûyera li Serêkaniyê bi cezayê muebeta giran dihat darizandin, piştî 2 sal û 8 mehan di girtîgehê de ma bereat kiribû û hatibû berdan. Lê belê ji ber îfadeya du kesên di bin îşkenceyê de îfade dan, di danişîna 17'an ku di 25'ê Çileya 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Rihayê pêk hat, tevî 3 kesan 6 caran cezayê muebeta giran lê hat birîn. Di dosyeyê de li du kesan tenê carekê cezayê muebeta giran û li 2 kesan jî ji ber endamtiya rêxistinê 8 sal û 9 meh ceza hat birîn û kesek jî bereat kir.
Parêzerê Aydin, Huseyîn Akay, destnîşan kir ku der barê muwekîlê wî de tu delîleke şêner tune ye. Akay, diyar kir ku muwekîlê wî Aydin ji ber cinayeta polîsan nehatiye girtin, lê belê bi refleksa polîsan ji bo di vê dozê de bê girtin liv û tevger çêbûne.
'ALÎKARIYÊ BIKE EM WÎ BIGIRIN'
Akay, bilêv kir ku ev doz ji destpêkê ve derî hiqûqê ye û got: "Hasan Aydin di doza cinayetê de bereat kir. Lê belê darizandina dosyeya din, li gor maddeya 302'yan bi awayekî cuda dewam kir. Di vê dosyeya dewam dike de, delîleke berbiçav tune ye, lê belê ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine girtin 6 caran cezayê muebeta giran li muwekîlê min hat birîn."
Akay, diyar kir ku muwekîlê wî Aydin ji ber îfadeyên du kesan hatiye cezakirin û got: "Li holê, cezayekî ji ber beyanên du kesan heye. Yanî hin kes der barê we de îfadeyê didin û cezayê muebeta giran li we tê birîn. Di qanûna ceza ya tirk de, beyan bi tena serê xwe wekî delîl nayê qebûlkirin. Jixwe ev beyan di bin îşkenceyê de hatine dayîn û di hizûra dadgehê de bi paş ve hatine kişandin. Ji van beyanan a balê dikişîne ya bersûc Azîz Dûrsûn e. Dûrsûn got 'Polîsan gotiyem em Hasan Aydin tim binçav dikin. Em nikarin wî bidin girtin. Eger tu îfadeya me nivîsandiye îmze bikî, em ê karibin wî bidin girtin. Alîkariya me bike.' Dûrsûn, got îşkence lê hatiye kirin. Li dadgehê got, di bin îşkenceyê de pê hatiye îmzekirin."
HAT ÎŞKENCEKIRIN, GEF LI MALBATA WÎ HAT XWARIN
Ji 9 bersûcên di çarçoveya dosyeya navborî de girtî Azîz Dûrsûn, di îfadeya xwe ya li dadgehê de diyar kir ku li emniyetê hatiye îşkencekirin û polîsan bi zorê îfade pê daye îmzekirin. Dûrsûn, di îfadeyê xwe de bilêv kir ku ew kesê bi navê Hasan Aydin nas nake, tenê di binçavan de polîsan jê re gotiye wan Aydin 2-3 caran binçav kiriye û nikarin wî bidin girtin, lê belê ger ew îfadeya hatiye amadekirin îmze bike ew ê karibin wî bidin girtin. Dûrsûn di îfadeya xwe de got: "Lê min qebûl nekir. 4 rojan li ser hevdu hem îşkenceya zayendî hem jî îşkenceyên din hatin kirin. Min li ber xwe da, lê min ji mecbûrî qebûl kir. Her wiha der bar Mahmût Ortakçilar de jî heman tişt hat kirin. Ji min re gotin 'ji bo em wî bidin girtin divê tu îfadeya me amade kiriye îmze bikî.' Min nizanibû ez çi îmze dikim. Ji bo ez li dozgeriyê û dadgehê heman tiştî bêjim, gef li min xwarin û gotin 'em ê malbata te jî bînin û em ê wan jî îşkence bikin.' Ez fikirîm. Çi anîn serê min wê bînin serê malbata min jî. Min li dozgeriyê û dadgehê îfadeya xwe dubare kir û got ez poşman im. Min ev yek di bin zext û zoriyan de got. Min 8-9 saetan di jêrzemînê de hiştin." Ji ber vê îfadeya Dûrsûn û bersûcekî din 6 caran cezayê muebeta giran li Aydin hat birîn.
Orhan Bûlûtê ku îfade li ser Aydin û bersûcên din da jî, di îfadeya xwe de got: "Îfadeyên min berê dabûn ne aîdî min in. Ên polîsan e. Ez van îfadeyên xw ebi paş ve vedikişînim. Polîsan xwest bûyerê li cînarê min û kesên navên wan di dosyeyê de ne bar bikin. Min qebûl nekir, lê ez îşkence kirim. Min şilfî tazî kirin. Çavê min girtî bû. Tenê ez dihatim îşkencekirin. Ji mecbûrî min bûyer qebûl kir. Polîsan senaryoyek amade kiribû. Bi min dan îmzekirin. Min ev yek nexwendin. Di bin îşkenceyê de min ji mecbûrî îmze kir."
ÎDIA TUNE YE, LÊ CEZA HEYE
Parêzer Akay, destnîşan kir ku ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de, divê kes neyê cezakirin û got: "Li holê delîl tune ne. Xalek din jî; rêgeza darizandna bê îdianame nabe hat binpêkirin. Çimkî di der barê Hasan Aydin de ji 302'an îdianame heye, lê belê ji bo her 5 meubetên giran îdiayek tune ye. Wekî idiayên de rbarê bersûcên din de, li ser Aydin jî hebin hat cezakirin. Bi vî awayî careke din maddeyeke girîng a qanûnê hat binpêkirin. Di qanûna dadgehên hiqûqê de maddeyek wisa heye. Bi delîlên şahidan ne mimkun e hûn kesekî têxin bin deynekî 5 hezar lîreyî. Çend kesên tên cem hev nikarin bêjin kesê x deyndarê kesê y ye. Lê belê di vê dosyeyê de gelek kesên ciwan ji ber îfadeyên du kesan ku li dadgehê îfadeyên xwe bi paş ve kişandin 6 caran bi muebeta giran tên cezakirin. Jiyana wî hat deyndarkirin."
MA / Arjîn Dîlek Oncel