DERSIM – Namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger ên navçeya Qisleyê Rahîme Kizilkan û Ozkan Arslan, diyar kirin ku gel navçeyê doza guherînê dike û ew ê bi şaredariyeke ku bawerî û çanda wan esas digire tev bigerin.
Li Dersimê û navçeyên wê, namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger ji bo hilbijartina 31'ê Adarê xebatên xwe didomînin. Namzetên yekîtiya hêzê ku dê di bin banê HDP'ê de têkevin hilbijartinê, li navendê û navçeyan bi îdiayeke mezin tev digerin. Li navçeya Qisle ya Dersimê ku gelek zîyaretên baweriya elewîtiyê lê hene, namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger rêvebera Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Rahîmze Kizilkan û aktivîstê hawirdorê Ozkan Arslan e.
Hawirdorparêz Ozkan Arslan (37), di sala 2011'an de ji ber li Geliyê Periyê li dijî 9 projeyên HES'ê, projeyeke santrala termîk û 3 projeyên HES'ê derketibû hatibû girtin û 2 sal û nîv ceza lê hatibû birîn û ketina navçeyê lê hatibû qedexekirin.
‘EM Ê ÇANDA XWE JÎNDAR BIKIN'
Ozkan, bilêv kir ku ew ê li navçeyê pêşî di warê bawerî, ziman, çand û hawirdorê de bixebitin û got: "Wek tê zanîn li navçeya me mirov tim koçber dibin. Bi taybetî, ji bo mirovên me vegerên axa xwe em ê bixebitin. Di warê bawerî, çand û nirxên me de jî pirsgirêk rû didin. Em ê li vir tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin."
‘WÊ HER DENG JI BO BAWERIYA ELEWÎTIYÊ BÊ AVÊTIN'
Arlan, bilêv kir ku Qisle bajarê ziyaretan e û got: "Hema bêje hemû navendên me yên ziyaretî hatine qedexekirin. Ji bo mirov li van navedan bi rihetî îbadetê bikin em ê tev bigerin. Ev xak di bin zilm û çewisandinê de ye. Herêmeke ku mirov bi darê zorê tên sirgûnkirin. Wê namzetên yekîtiya hêzên wê tevî gel hilberînin û wê bi ser bikevin. Em ê di şaredariyê de feraseteke şoreşger û rêgeziyî esas bigirin. Em dixwazin gelê Qisleyê li cem me cih bigire û daxilî xebatan bibe. Wê her deng ji bo têkoşîna azadiyê, wê li dijî asîmlekirina baweriya elewîtiyê be."
Namzet Rahîme Kizilkan (56) jî diyar kir ku ew di DAD'ê de ji bo baweriya elewîtiyê xebitiye û wê ev têkoşîna wê di rêveberiyên herêmî de jî dewam bike. Kizilkan, destnîşan kir ku armanca wan şaredariyeke gelparêz e û ew ê di 31'ê Adarê de navçeya Qisleyê veguherînin rengê jina. Kizilkan, destnîşan kir ku navçeya Qisleyê tim di destê CHP'ê de bûye, lê belê niha pêdiviya navçeyê bi guherîn û veguherînê heye.
MA / Semra Turan