* Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî, bilêv kirin ku gelê navçeyê sebir nake 31'ê Adarê bê.
* Namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger ên navçeya Qisleyê Rahîme Kizilkan û Ozkan Arslan, diyar kirin ku gel navçeyê doza guherînê dike û ew ê bi şaredariyeke ku bawerî û çanda wan esas digire tev bigerin.
* Li Edeneyê, di mehekê de kesên gotin "ez îstixbarat im" sîxurtî li 10 ciwanan ferz kirin. Yek ji van ciwanan jî Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê ye Mîhrîban Kiliç e. Kiliç got: "Em li ber van çewisandinan û polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin."
* Çîrokên malbatên Kurd, wêneyê polîtîkayên dewletdê yên li ser gelê Kurt tê meşandin nîşan dide. Di salên 1990'an de bi hezaran gundên Kurdan vala bûn. Bi hezaran Kurd hatin windakirin û kuştin. Niha jî bi hezaran zarokên wan li dijî zilm û zordariyê derketin çiya û bi hezaran zarokên wan ên zilm qebûl nekirin jî girtî ne. Yek ji malbatên ku wêneyê çîroka kurdan nîşan dide Malbata Yaşikir e. Bav hat windakirin, 2 zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dan û 2 zarokên wan jî girtî ne.
* Parêzer Kezîban Yilmaz, diyar kir ku cezayê li Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel hatiye birîn, siyasî ye û bi vî cezayî hatiye xwestin peyamekê bidin jinan. Yilmaz, got ev ceza li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye.
* Li Hasan Aydin ku ji doza polîsan a Serêkaniyê bereat kir, ji ber îfadeyên 2 kesên di bin îşkenceyê de dan, 6 cara cezayê muebeta giran hat birîn.
* DMME'yê ji bo serlêdana der barê Cizîrê de biryara "nayê qebûlkirin" da. Yek ji parêzerên dozê Ramazan Demîr got: "Em dizanin hiqûqnasên AYM'ê tim diçin DMME'yê. Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zorê dide dadgehê. Yanî em wisa difikirin ji DMME'yê re gotine 'hûn van dosyeyan ji me re bihêlin.'"
* Orhan Îmrak, bavê Kerem Îmrak ku li Girtşgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 45 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ya divê niha bê kirin ew e ku kesên dibêjin em kurd in xwedî li vê berxwedanê derkevin û dakevin kuçeyan û bi awayekî demokratîk li ber xwe bidin."
* Musteşarê POUPEAU Vincent-Guillaume ê karê siyasî yê Delegasyonê Tirkiye yê Yekitiya Awropayê dê Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê ziyaret bike. (12.00)
* Şaxên ÎTO,THÎV, SES û ÎHD'ê yên Stenbolê, ji bo balê bikişinîn ser çalakiya greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpê kirin, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* 4'emîn danişîna Parlementera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim a 7 sal û 6 meh cezayê girtîhê lê hatibû birin û ji aliyê Dadgeha Edeliya Herêmê ya Dîlokê ve hatibû belatkirin, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
*Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, dê têkildarî mîtînga "Edalet, Azadî û Demokrasî" ya di 9'ê Sibatê de pêk bîne, xebat û amadekariyên xwe dewam bike. (12.00-16.00)
* HDP, dê li navçeya Tûşba ya Wanê buroya hilbijartinê veke. (13.00)
* Baroya Amedê dê li ber Edliyeya Amedê Serokê Baroyê Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin, bi bîr bîne. (13.30)