Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Kobanê, Şehba û Qamişlo, bi deh hezaran kes tev li mîtingan bûn û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Bi deh hezaran kesên li qadan kom bûn bi sedan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven rakirin û tecrîd şermezar kirin. Koordînasyona Kongreya Star, daxuyanî da û diyar kir ku hêzên 20 sal berê li dijî Ocalan komplo pêk anîn îro li dijî tekoşîna gelan şer dikin. Kongreya Star, da zanîn ku heta tecrid bi dawî nebe têkoşîna wan dê bidome. 
 
 Di pêşengiya Kongreya Star de li Kobanê, Şehba û Qamişlo mîtîng hatin lidarxistin. Di mîtîngê de, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 93 rojin di greva birçîbûnê de ye rakirin. Kongreya Star li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi mîtînga kiribû. Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku 92 roj e berdewam dike, bi dirûşma "Em ê tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" mîtîngan li dar dixe. Jinên herêma Qamişlo li Stada Heysem Kuço, jinên herêma Firatê li Parka 19`ê Tîrmehê, jinên taxa Şêxmeqsûd li Çerxerêya Serokatî û jinên Efrîn û Şehbayê jî li navçeya Ehdas kom bûne.
 
Jinan di mitîngê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven û pankartên "Bi sekna Leyla, rihê Şeladizê em ê komplo hilweşînin", "Sûnda me ye, em ê pergala Îmralî perçe bikin" û "Bi Rêber Apo re azad bijîn" hildane.
 
Di mîtînga Şehba ku bi sedan  posterên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan hat vekirin de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku heta tecrid bi dawî nebe ew dê dawî li çalakiyên xwe nînin. Piştre daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star hat xwendin.  
 
 PÊKHATEYÊN ROJHILAT Û BAKURÊ SÛRIYE PLANÊN LI DIJÎ XWE NALET KIRIN
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Plangeriya navdewletî ku di kesayeta rêberê gerdûnî yê mirovahiyê, roja Mezrabotan rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd, jinên azadîxwaz û mirovahiya pêşverû hat destpêkirin, 20 sal li pey xwe hiştin û di 9'ê Cotmehê de ket 21’emîn salvegera xwe. 15'ê Sibata 1999‘an wek 'Roja Reş' derbasî rûpelên dîrokê bû. Ev dîrok di heman demê de ji bo Kurdan û mirovahiya pêşverû tê wateya 21’emîn salvegera têkoşîna hebûn û azadiya li dijî plangeran.
 
Em wek gelê Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Çeçan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên têkoşer yên vî gelî, di 21‘ê salvegera wê de tevahî hêzên ku di vê plangeriya herî kirêt û hov a dîrokê de cih girtî, bi hêrsa xwe ya welatparêzî û bi biryardayîna xwe ya têkbirina plangeran rûswa û lanet dikin. Her wiha em bi boneya vê rojê, hemû kesên ku li dijî plangeriya navdewletî li dora rêber Apo bûn xelekeke ji agir û ev 20 sal e li hember hemû zor û zehmetiyan têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, bi hestên şoreşgerî silav dikin. Em di bîranîna şehîdên leheng ên doza azadiyê de ew qehremanên ku bi dirûşma; "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dora rêberê xwe bûn xelekeke ji agir û gihîştin karwanê şehîdên nemir, bejna xwe ditewînin, şehîdên xwe bi rêz û bi serfirazî bi bîr tînin.
 
Jinên birûmet;
 
Wek tê zanîn, hêzên gerdûnî, herêmî û xwecihî yên paşverû ku li Kurdistanê di kiryarên xwe yên qirker de tu sînoran nas nakin, li dijî rêberê me êrîşkariya herî mezin a dîroka mirovahiyê bi pêş xistin, DYA wek aktoreke sereke di vê êrîşê de cih girt, Îsraîl, Yewnanistan û Rûsya jî beşdar bûn. Heman êrîş bi tevlêkirina hêzên paşverû, bêyî ku tu sînorên exlaqî û hiqûqî nas bike, ev 20 sal e bi rengekî bêeman û hovane tê domandin. Rêber Apo ev 20 sal e li girtîgeha Îmraliyê di nav sîstemeke tecrîdê de, tu çarî zextên herî mezin tê hiştin ku di dîrokê de tu mînakeke wê ya din nîne.
 
Di şexsê rêber Abdullah Ocalan de yên ku ev 20 sal e tecrîdkirî ne, gelê Kurd, jinên Kurd û ciwanên Kurd e; gelên Rojhilata navîn û hemû mirovahiya azad e. Hêzên paşverû yên modernîteya kapîtalîst û statukoya herêmê hewl da ku bi vî rengî bikarin di şexsê rêberê me de ji gel, ji jinan, ji ciwanan û ji hemû azadîxwazan tolê hilînin. Armanca komplogeran ew bû ku bikaribin li pey dîlgirtina Rêbertiyê PKK'ê, têkoşîna gelê Kurd û pêşengiya jinên Kurd ên li herêmê ji holê rakin. Komplo di cewherê xwe de li hemberî rastiya "Jina azad, jiyana azad û civaka azad e" jî wek destwerdanekê ket meriyetê. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinan li hember sîstema serdestiya zilaman jî pêngaveke bibiryar û ya azadiyê bû.  Lê belê Rêbertiya me bi têkoşîna xwe ya 20 salan a li Îmraliyê hemû armancên komplogeran pûç kirin. Li dijî hemû ferzkirinên dagirkeran bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan derseke dîrokî da dagirkeriyê û hesabê komploya bêbext ji wan pirsî. Di encama vê yekê de tesfiyekarî bi xwedîlêderketina xeta rêber Apo hat tasfiyekirin,  di hêla siyasî û leşkerî de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Gelê Kurd jî bi pêşengtiya jinan, bi rihê berxweda dîrokî ya ji Rêbertiya xwe wergirtî, bi armanca parastina hebûn û azadiya xwe; 'şerê gel a şoreşgerî' bi biryardayîn gihîştina pêşeroja azad, dan destpêkirin.
 
Divê baş bê zanîn ku belaya bi navê DAIŞ'ê jî bi armanca domandin û biserxistina komployê li ser gelên herêmê û bi taybet li ser jinan hat ferzkirin. DAIŞ bi vê mebestê ji hêla komplogeran ve hat afirandin û  xwedîkirin. Lê, bi pêşengiya jinên Kurd, lehengên ku di eniyên şer de DAIŞ têk birin. Heman demê de sekna li dijî van çeteyan tevgera azadiya Kurdan, berxwedaniya jinên Kurd û xeta parastina cewherî di çavên tevahiya cîhanê de gihand asta piştgiriyeke gerdûnî. Şoreşa Rojava ku weke şoreşa jin tê nasîn bersiva herî mezin û bi wate ya li dijî hêzên komplogeran di rûpelên dîrokê de bû xwedî cihekî zêrîn. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo gelên cîhanê jî bû navendeke bihêz a jiyana alternatîf.  
 
Ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê heya niha di şexsê Rêbertiya me de, dijmintiya sîstema kapîtalîst ya li dijî tevgera azadiyê û Kurdên azadîxwaz divê girêdayî van rastiyan bê nirxandin.
 
Gelên herêmê yên têkoşer,
 
Îro ji her demê zêdetir eşkere bûye ku li hemberî kes, hêz û rêxistinên evîndarên azadiyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Komploya Navdewletî di nava hev de tên meşandin. Ji ber ku hêzên ku duh di komployê de cih girtibûn, heman hêz îro li dijî gelan Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dimeşînin. Pergala emperyal bi armanca ku bikare bigihîje armancên xwe yên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hewl dide astenga herî mezin ya li pêş xwe rake.
 
Lewre ji 11'ê Îlona 2016’an heya niha ji rêberê gelan; rêber Apo agahî nayên wergirtin, lewre mercên tecrîd û îzolekirina Rêbertiya me ji her demê girantir in û hemû erîşên li ser tevger û gelê me di serî de li Îmraliyê, li hember Rêbertiya me tên pêkanîn. Sekna Komîteya Şopandina Îşkenceyê (CPT), konsey û Parlemana Ewropayê ne tenê li beramber vê dijmiroviyê bê dengiyek e, heman sazî bi vê bêdengiyê careke din piştrast dikin ku ew saziyên herî birêxistinkirî yên sermayedariyê ne. Helwest, tevgerandin û biryarên wan di çarçoveya berjewendiyên îdeolojîk ên sermayedariyê de ne. Ya rast; komplo her çendî ji hêla rêber Apo ve bi pêşxistina paradîgmaya me ya nû hatibe têkbirin jî, bandorên paradîgmayê yên li ser gelên herêmê, Rêbertiya me û tevgera me hîn bihêztir kiribe û PKK’ê bi vê hêzê 40’emîn salvegera damezirandina xwe pêşwazî kiribe jî, li hemberî vê komploger jî dest ji stratejiya têkbirina tevgera Apoyî bernedane.
 
Di van demên dawîn de biryara Amerîka ya li ser her sê endamên pêşeng ên tevgera azadiyê, nîşaneyê vê rastiyê ne. Heman sîstem hêzên me yên Rojava jî ne bi armanca demokratîzekirina herêmê, hewl dide bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe yên li herêmê bi kar bîne.
 
Xuya ye ku tecrîda li ser Rêbertî, dagirkirina Efrînê û hewldanên guhartina demografyaya wê, amadekariyên êrîşa li ser bakur û rojhilata Sûriyê, li hemberî vê yekê bêdengî, heta pejirandina rejîma Sûriyê, bi erêkirina PDK'ê ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve tevgera dagirkirina Başûr, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê, tevgerên hewayî û bejayî yên li ser qadên parastina Medyayê, li Başûr bi biryara YNK’ê girtina navenda Tevgera Azadî û REJAK’ê, biryara hikumeta Iraqê ya daxistina deriyê sînor ê di navbera Şengal û Rojava de, ne bûyerên serbixwe ne; girêdayî plansaziyeke hevbeş in û di encamê de armanc, domandin û bi encamkirina Komploya Navdewletî ye.
 
Gelê me yê birûmet û dostên hêja,
 
Divê em ji bîr nekin ku van kiryaran tevî tirsa hêzên herêmê û navdewletî ya ji tevgera azadî, gelê Kurd, Eerb, Suryan, Çeçan, Ermen, Tirkman û tevahî jinên azadîxwaz yên herêmê ye ku van hêzan xwedî potansiyela herî mezin a demokratîkkirina herêmê ne.
 
Ev 20 sal e berxwedana Rêbertiya me li Îmraliyê, berxwedaneke bê hempa ye ku dîrok heya niha şahidî bi vîneke wisa nekiriye. Ev berxwedan, berxwedana ronîkirina pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ye. Ev berxwedan, berxwedana rêya rizgariya jinan û hemû bindestan e. 
 
Li hemberî van rastiyan dirûşma; “Sonda me ye; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn” nîşaneya biryardariya tevgera me ya azadiyê ya li hemberî her cure êrîşan e. Wekî ku ji naveroka şîarê jî diyar dibe, pirsgirêka sereke tecrîda li ser rêber Apo ye, çareserî jî bi tenê dikare bi şikandina tecridê pêkan be. Bi vê hestiyarî û hişyariyê qada me ya xebatê jî di nav de, îro li her deverên Kurdistanê û hemû erdnîgariyên Kurd lê dijîn, bi armanca şkandina tecrîda li ser Rêbertiyê gravên birçîbûnê bê navber tên domandin. Ji hêla hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengîkirina çalakiyeke wiha xwedî nirxekî dîrokî ye. Çalakiya bi Leyla Guven dest pê kirî, li hemberî her cure êrîşkariyan nîşandana vîna polîtîk ya berpirsiyar e. Çalakiyên li her deverê bi rê ve diçin, bi yek dengî bangawaziya gelê Kurd û derdorên azadîxwaz e ku dibêjin; “Faşîzm çi qas xwe berfireh bike, li hemberî wê, berfirehkirina berxwedanê erkekî exlaqî û wijdanî ya demê ye” Di wê wateyê de li zindanan, li Hewlêr û li Strasbourgê destpêkirina giravên birçîbunê yên bêdem û bêdorveger gavên radîkaltir bi armanca şikandine tecrîdê ne.
 
Jinên pêşeng û gelê me yê têkoşer,
 
Çawa ku di hemû demên dîrokê de yên zalim û zulimkar, nekarîne li hember vîna mafdaran bi ser bikevin û çawa ku di xwîna ku rijandî de hatibin fetisandin, îro jî dagirker û neyarên gelê Kurd, gelên herêmê û mirovahiyê ku di şexsê Rêberê me de zilm û qirkirinê li dijî gelan rewa dibînin û pêk tînin, wê nikaribin xwe ji hêrsa hesap pirsîna dîrokî ya gelê me rizgar bikin.
 
Çawa ku ev 20 sal e hemû hewldanên komplogeran hatibe valaderxistin, ji niha û şûn ve jî rêya bi tenê ya têkbirina komployê bi şêweyekî hîn bi rêxistinkirî û bi zanebûneke hîn xûrt, bilindkirina têkoşînê ye. Îro destkeftên me ji her demê zêdetire. Komplo ne tenê bi serneketiye, her wisa mafdariya têkoşîna rewa ya gelê Kurd hîn bêhtir derxistiye holê û piştrast kiriye. Lewma divê sala 21.ê Ji bo me bibe sala bi temamî ji holê rakirina plangeriya navdewletî. Di nava 20 salên borî de jinan bi sekna xwe ya pêşengî û bi tekoşeriya xwe, vê biryardariyê derxistin holê. Îro jinên bakurê û rojhilata Sûriyê  bi pêşengtiya jinên Kurd ji eniyên şer bigre heya qada siyasî, ji xebatên rêxistina civakî bigre heya parastina cewherî, di hemû qadên jiyan û têkoşînê de xwedî li erkên xwe yên pêşengiyê derdikevin û ev rista pêşengî ji hêla cîhanê piştgiriyeke mezin dibîne.
 
Jinên Kurd asta xwe ya îro deyndarê rêberê xwe ne, di gel tevahî zextan, hevpeymana xwe ya li gel rêber Apo tu caran lewaz nekirin, gav bi gav xurttir kirin û xistin meryetê. Jinan bi vî rengî girêdanên xwe yên bi rêber Abdullah Ocalan bi pêşxistin û pêşengiya têkoşînê tacîdar kirin. Ji ber vê çendê 21. Salvegera komployê wê ji bo me jinan bibe sala bicivakîkirina hevpeymana li gel Rêbertî û bi jiyanîkirina 'hevpeymana civakî'.  Ji bo vê yekê erkên îsal yên li pêşiya me gelekî zelal û eşkere ne. Beriya her tiştî em ê li hemberî her cure êrîşan, bi pêşengiya jinan vîna parastina cewherî derxin pêş û bi vê pêşengiyê şerê gel ê şoreşgerî, heya gihîştina serkeftinê bilind bikin. 
 
Em ê gefên dorpêç û dagirkeriya gelemperî, bi derxistina pêş ya hêza yekitiya gelan bibersivînin, xurtkirina tifaqa gelên li Sûrî weke perspektîfa xwe ya sereke bi dest bigrin.
 
Jinên birûmet û hêja,
 
Bi vê boneyê di ketina 21’emîn salvegera 15'ê Sibatê de em bi pêşengiya Kongreya Star pêvajoyeke çalakiyan ku ji 7'ê Sibatê heya 15'ê Sibatê bidome, didin destpêkirin. Perspektîfa me ev e; ji ber ku êrîş gelemperî ye, divê berxwedan, çalakî û têkoşîn, gelemperî û bê sekin be. Bi vê mebestê divê her kêliyeke jiyanê wek kêliyên têkoşînê bên dîtin ku em ê bikarin; "Bi rêbertiya azad, welatê azad û gelê azad re siberojên azad biafirînin." Divê em ji bîr nekin ku Rêbert, li Îmraliyê li ber xwe dide, gel li ber xwe dide û hêzên me yên şerê neyaran dike, hêviyên azadî yên mirovahiyê ne.
 
Li ser vê bingehê em wek Kongreya Star careke din komplogeran rûswa dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêz û minnet bi bîr tînin, di serî de jinan û ciwanan, bang li hemû gelên xwe û dostên hêja dikin da ku bikaribin bi hêz beşdarî çalakiyên rûswakirina Komploya 15'ê Sibatê bibin."

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike