STENBOL - Ji avahiya li Kartalê hilweşiya piştî19 saetan zaroka 5 salî Havva hat rizgarkirin.
Duh di saetên êvraê de li navçeya Kartal a Stenbolê avahiyek 7 qat hilweşiya, 3 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn. Piştî19 saetan ji bin kavila avahiya 7 qat de zarokek 5 salî ya bi navê Azra Havva Tekgoz hat rizgarkirin. Hava ya ku bi birîndarî hat rizgarikin rakirin nexweşxaneyê.
Tekgoz a birîndar bûyî, ekîbên tenduristiyê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kartal Lutfî Kirdar. Dermankirina Tekgoz li nexweşxanê berdewam dike.