AGIRÎ - Danişîna doza Rojnameger û Nûçegîhanê DÎHA Abdullah Kaya hat dîtin. Kaya, diyar kir ku hemû tişt di çarçoveya pîşeyê rojnamegeriyê de kiriye.
6'emîn danişîna doza nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Abdullah Kaya, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat ditin. Kaya, zêdeyî salekê ye girtî tê darizandin. Kaya ji ber ku di 6'e Tebaxa 2015'an de li Çiyayê Tendurekê nûçe şopandibû û çalakiya gel şopandibû, der barê wî de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û di 24'ê Kanûna 2017'an de hat girtin û şandin girtîgehê. Kaya ku 4 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn, piştî şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji wir jî sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê kirin. Kaya bi rêya SEGBİS'ê ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê tev li danişînê bû. Parêzerê Kaya 'Timur Demîr di danişînê de amade bû. Di danişînê de şahidê Kaya Ersin Çelik li dadgehê hat guhdarkirin. Çelik, diyar kir ku Kaya wekî rojnameger nas dike û îfadeya xwe ya li midûrîyeta polîsan red kir.
Rojnameger Kaya jî parastin kir û diyar kir ku wî hemû xebatên xwe di çarçoveya karên rojnaemgeriyê de kiriye û wiha got: "Di dîroka qala wê tê kirin de min nûçe dişopandin. Ew bername bi destûra Waliyê Agirî pêk hat. Hemû tişta ku wekî sûc tê dîtin min di çarçoweya pîşeyî de pêk anîye." Kaya, sucdariya der barê xwe de red kir û beraata xwe xwest.
Heyetê jî daxwaz red kir û doz taloqî 13'ê Gulanê kir.