MEXMÛR - Kedkarên Tendûristiyê û Komîteya Greva Birçîbûnê ya Mexmûrê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 6 hezar û 200 îmze û dosyayek radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Herêma Kurdistanê kirin.
Kedkarên Tendûristiyê yên Mexmûrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 4’ê Çileya 2019’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û di encamê 6 hezar 200 îmze kom kiribûn. Di 16’ê Kanûna 2018’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger ya bi heman armancê hat destpêkirin û berdewam dike. Ji 20’ê Çileyê ve jî Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Îştar Fadîle Tok di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Komîteya Greva Birçîbûnê, nûnerên Kedkarên Tendûristiyê û endamên Komîteya Karên Derve ya Mexmûrê 6 hezar û 200 îmzeyên berhevkirin û dosyayek derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rakirina tecrîdkirina Ocalan radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Herêma Kurdistanê kirin. Îmze û dosyaya hatin amadekirin bi rêya şandeyek ku ji hersê komîteyan pêk tê radestê NY’yê kirin. Endamê Komîteya Karên Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver diyar kir ku nûnerên NY’ê diyar kirine ku ewê van îmzeyan û dosyayê bişînin navenda sereke ya NY.
NY LI DIJÎ ÊRÎŞE BÊDENG MA
Di 30’yê Çileyê de Endamên Meclîsa Îştar li ber avahiya Nûnertiya NY ya Hewlêrê li ser destûra NY, dest bi greva birçîbûnê kiribûn, lê tevî vê yekê jî çalakvan rastî êrîşa asayîşa Hewlêrê hatin. Di 31’ê Çileyê de asayîşê êrîş kir û çadira çalakvanan desteser kir. Duh (6) jî asayîşê saet derdora 14.00’an de êrîş kir û hemû alavên çalakvanan desteser kirin. Her wiha 5 xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku serdana çalakgeran kirin jî hatin binçavkirin. Herî dawiyê şevê din di saetên dereng de çalakgerên jin bi darê zorê hatin binçavkirin û paşê jî ji sînorê Hewlêrê hatin derxistin. Lê tevî van êrîşan jî nûnertiya NY’ê bêdengiya xwe parast û nerazîbûn nîşanî êrîşan neda.