AMED – Dozger bi hêceta “endamtiya rêxistnê” 15 sal cezayê hepsê ji Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca re xwest.
Bi hêceta “Endama rêxistinê ye” ji ber axaftinên wê yên xebatên siyasî yên di navbera 2015-2016’an de doz li Parlamentera HDP’ê ya Êlihê hat vekirin. Danişîna doza li Uca vebû li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Uca beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Mehmet Emîn Aktar amade bû.
Dozgerê dozê mutalaya xwe eşkere kir û bi hêceta “endamtiya rêxistinê” di asta bilind de xwest Uca bê cezakirin. Ji ber Uca wekîl e dozger ceza daxist û xwest bi 15 salan cezayê hepsê bê cezakirin.
Parêzer Emîn Aktar li dijî mutalaya dozger ji bo dikaribin li dijî mutalayê parastina xwe bikin dem daxwaz kir.
Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzer danişînê taloq kir.