STENBOL – Walîtiya Stenbolê, daxuya kirin k udi avahiya 7 kat a li Stenbolê hilweşiya de keseke binavê Havva hat dîtin.
Li Kolana Sema Cadeya Bankayan a Taxa Orhantepe ya Navçeya Kartal a Stenbolê, duh saet 15.59’an de Apartmana Yeşilyûrt a 7 katî bi dengek mezin hilweşiya. Di avahiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 jê giran 12 kes birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de qedexeya weşanê hat dayîn û xebatên li cihê bûyerê jî berdewam dikin. Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, daxuyaniyek din derbarê bûyerê de da. Walîtiya daxuya kirin ku xwe gihandine kesek binavê Havva ya dibinê avahiyê de mayî.
Daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya werî dawî da wiha ye: “7 avahiyên derdora avahiya hilweşiya hatin valekirin. Rewşa yek ji van avahiyan cudaye û bi rîske. Niha dibin kontrolê de tê girtin. Jineke bi navê Havva ya dibin hilweşandinê mabû, em xwe gihandiyê û ekîbên me dest bi xebatên xilaskirina wê kirin.”