Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin

img

MÊRDÎN – HDP li Qoserê bi namzetên hevşaredariyê Nilufer Elîk Yilmaz û Salîh Kuday xwe ji bo hilbijartinê amade dike. Namzetên Hevşaredariyê gotin projeya wan mezin ew e ku îradeya wan hatiye xespkirin radestî gel bikin. 

Yek ji navçeyên Mêrdînê ya herî mezin Qoser e. Ji 250 hezarî zêdetir nifûsa wê heye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qoserê bi namzetên hevşaredariyê Nilufer Elîk Yilmaz û Salîh Kuday xwe ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê amade dikin. Ji 2016’an ve qeyûm şaredariya Qoserê birêve dibe. Namzetên Hevşaredariyê Yilmaz û Kuday xwe amade dikin ku îradeya gelê xwe ji qeyûm bistînin. 
 
Yilmaz û Kuday ên ku xwe ji bo rêjeyek bilind a hilbijartinê amade dikin ji ajansa me Mezopotamyayê re axivîn. 
 
JIYANEK DI NAVBERA SIRGÛN Û GIRTÎGEHÊ DE 
 
Salîh Kuday di sala 1966’an de li Qoserê hat dinê. Kuday Beşa Civaknasiyê ya Fakûlteya Fen Edebiyat a Zanîngeha Firatê xwend. Di sala 1994’an de li Qoserê salek mamostetî kir û pişt re wî sirgûnî Çaykara Trabzonê kirin. 2 sal li Trabzonê karmendiyê kir. Pişt re vegeriya Qoserê û di şaxên Egîtîm Senê yên Qoser û Mêrdînê de wezîfeyên cuda kir. Kuday bi hêceta beşdarî cenazeyê Ugur Kaymaz bû doz lê hat vekirin û di 2010’an de hat girtin. Li ser îtîrazê hat berdan. Piştî girtîgehê mamostetiya Kuday “guncav” nehat dîtin û wî dîsa sirgûnî Trabzonê kirin. Kuday neçû sirgûnê û dest ji mamostetiyê berda. 
 
Kuday demek li Miduriyeta Karê Civakî û Çandê ya Şaredariya Qoserê xebitî û piştî qeyûm hat tayînkirin bi KHK’ê hat îxrackirin. Kuday piştî hat îxrackirin hat girtin û piştî demek şûn ve hat berdan û di nav xebatên siyasî de cih girt. 
 
'PROJEYA ME MEZIN EM Ê VÎNA GEL RADEST BIKIN’ 
 
Kuday destnîşan kir ku zext û zordariya li ser wan dê negihîje armanca xwe û got: “Bi qeyûman dixwazin çandek pişaftinê bînin li şûna çanda gelê kurd bicih bikin. Tehamûlî peykerê zarokek 12 salî jî nekirin. Lê wê tu hêz nikaribe gelê kurd ji çanda wan dûr bike. Hilbijartin ji bo gelê navçeyê mîlad e. Sedemek sereke ya vê mîladê îpotekirina îradeya gel e. Em ê jî vê vîna gel carek din radestî wan bikin. Projeya me ya herî mezin a heta 31’ê Adarê ew e ku vîna xwe paş de bistînin.” 
 
DIXWAZE WEZÎFEYA BAVÊ XWE DEWAM BIKE 
 
Namzeta Hevşaredariyê Nilufer Elîk Yilmaz jî di sala 1962’an de li gundê Qurdîsê ya girêdayî navçeya Artuku ya Mêrdînê hat dinê. Elîk Yilmaz keça Şaredar Mehmet Elîk yê di hilbijartina 1978’an de hat bijartin û di darbeya 1980’yî ya eskerî de hat girtinê ye. Elîk bi bavê xwe re rastî îşkenceyên giran hat. Elîk ji ber sedemên aborî û siyasî neçar ma dest ji dibistanê berde. Elîk Yilmaz ji şaredariyê hat îxrackirin. Elîk demek dirêj di nava xebatên jinan de cih girt û niha jî dixwaze peywîra bavê xwe di bin sîwana HDP’ê de birêve bibe. 
 
ELÎK: CARA DUYEM UGUR QETIL KIRIN 
 
Elîk anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm re ewil saziya jinan û ciwanan hedef hatin girtin û wiha got: “Bi êrîşek faşîzane peykerê Ugur Kaymaz hilweşandin. Peykerê Ugur remza Qoserê bû. Cara duyem Ugur qetil kirin. Navê kolana Musa Anter û Qada Azadiyê guhertin. Şaredarî veguherandin qereqolê. Qeyûman xwest vîna gel xelas bikin û bişkênin. Gel ji van pêkanîn pir aciz e. Dibe niha bêdengî hebe, lê dê di 31’ê Adarê de bi hêzek mezin vîna gel biser bikeve.” 
 
‘SERDEMEK JI YA KENAN EVREN WÊDETIR HEYE’ 
 
Elîk serdema bavê wê ji şaredariyê hat girtin û pêkanîna qeyûm dişibin hev û wiha dewam kir: “Îro serdema Kenan Evren jî derbas kiriye. Wê demê hemû şaredarên welatparêz ji wezîfeyê digirtin. Niha jî serdemek bêtir kûr û têkbirinê heye. Lê gel ji van pêvajoyan re ne xerîb e. Ji ber vê yekê ez namzetiya xwe girîng dibînim. Em ê di 31’ê Adarê de em hin bêtir nirxên xwe paş de bistînin. Dixwazin têgeha HDP bi ser bikeve jî dê dîsa qeyûm tayîn bikin pêk bînin. Lê ji bo saetekê be jî em ê bi gelê xwe re vê şaredariyê bistînin dîsa. Em ê her tim li cem gelê xwe bin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike