AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wek “çirûskekê” nirxand û got: “Divê ji vê saetê şûn ve em jî ji Leyla Guven û hevalên girtîgehan re bibin bersiv. Wan ji bo azadiya vî gelî bedena xwe da ber mirinê.”
Hevsroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratî a Gelan (HDP) Leyla Guven 92 roj in bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehên cuda jî 291 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ku biraziyê Ocalan e li avahiya KCD’ê di çalakiya nobetê de cih girt, tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê nirxand.
‘WEZARETA DADÊ BERSIV NEDA MIN’
Ocalan bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Ocalan 20 sal in li Grava Îmraliyê tê tecrîdkirin û got: “3 sal in tecrîdek şidandî tê birêvebirin. Bi tu awayî nahêlin malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Min jî serî li Wezareta Dadê da lê serlêdana min bêbersiv hiştin. Mafê hevdîtinê mafek qanûna bingehîn e û astengkirin li dijî qanûnan e.”
‘BANDORA BIRÊZ OCALAN LI SER ROJHILATA NAVÎN HEYE’
Ocalan da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê divê gel berteka xwe ya demokratîk nîşan bide û wiha got: “Tenê birêz Ocalan nayê tecrîdkirin, tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin. Dewlet bi vê polîtîkayê naxwaze gelê kurd bibe xwedî statû. Bandora Birêz Ocalan tenê ne li ser gelê kurd li ser tevahiya Rojhilata Navîn heye. Divê dewlet nêzîkatiyek ji rêzê nîşan nede. Dewlet ji rêzê nêzî Birêz Ocalan jî û têkoşîna gelê kurd dibe.”
‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ TÊKOŞÎNA STATÛYÊ YE’
Ocalan destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin ji bo mafên makezagonî yên Ocalan bên bersivandin didomin û got: “Dewlet dixwaze siyaseta kurd pûç bike. Kurd ji bo bibin xwedî statû têdikoşin. Çalakiya grevên birçîbûnê têkoşîna ji bo satatûyê ye. Ev têkoşînek bi hêz e. Di têkoşîna azadiya gelê kurd de girtîgeh her dem rola xwe ya dîrokî pêk aniye. Li girtîgehan carek din serdemek dîrokî pêk tê. Titşa dikeve ser milê me û em jî dikarin bikin mezinkirina têkoşînê ye.”
‘JI BO AZADIYA GEL BEDENÊN XWE DAN BER MIRINÊ’
Ocalan bertek nîşanî bêdengiya dewletê ya li dijî çalakiya Leyla Guven û girtiyan da û wiha dewam kir: “Dewlet dixwaze gelê kurd tune bike. Çalakiya Leyla Guven çirûskek e. Ev çirûsk li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê bersivek e. Divê ji vê saetê şûn ve em jî ji Leyla Guven û hevalên girtîgehan re bibin bersiv. Wan ji bo azadiya vî gelî bedena xwe da ber mirinê. Ev çalakiyek herî bi rûmet e. Ji ber vê yekê divê em xwedi liv ê çalakiyê derkevin.”
‘BERXWEDANA ZÎNDANAN BERXWEDANA ŞOREŞÊ YE’
Ocalan diyar kir ku ji bo gelê kurd bibe xwedî statû divê deng bide çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Ji bo têkoşîna sed salî ya gelê kurd tune nebe, divê em deng bidin Leyla Guven û zîndanan. Pêwîste em xwedî li çalakiyan derkevin. Berxwedana zîndanan berxwedana şoreşê ye. Bedelên mezin tên dayîn. Bêyî ku bibe dereng divê em xwedî li vê berxwedan û têkoşînê derkevin. Wê têkoşîna gelê kurd bigîhîje serkeftinê û dê tecrîdkirina Birêz Ocalan bê şikandin.”
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç