WAN - Cezayê girtîgehê yê salek û 3 mehan ê bi hinceta dîmenên cerdevanên ku zarokek derp dikirin, kir nûçe yê li Rojnameger Îdrîs Yilmaz hatibû birîn, Dadgeha Îstînafê îtîraza hatibû kirin nirxandin û biryara beraetê da.
Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê li navçeya Erdîşê ya Wanê dîmenên cerdevanên ku zarokek derp dikirin, ji ber ku kir nûçe, derbarê wî de bi îdîaya “bi rêya çapemeniyê mirovan tewambar dike’ doz lê hatibû vekirin. Doza li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin û ji bo Yilmaz salek û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Li ser îtîraza hat kirin, doz ji bo Dadgeha Edlî ya Herêma Erziromê hat şandin. 7’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Herêmî ya Erziromê, nûçeya ku di çapemeniyê de hatibû dayîn, weke azadiya çapemeniyê nirxand û biryara beraetê da.
Rojnameger Îdrîs Yilmaz, ji ber nûçeyên çêkirin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” di meha Çile de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yilmaz, ji 22’yê Çileya 2018’an de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpîtê tê girtin.