STENBOL - Rojnamevan Gulîstan Îke ku 53 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye got: "Ger berxwedan mezin bibe û civak xwedî lê derkeve, teqez wê daxwaza me pêk bê."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 92'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li Hewlêrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz jî di roja 79'an de û li girtîgehan jî di roja 54'an de didome. Li Ewropayê jî gelek siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û aktivîst bi heman daxwazê ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Yek ji van çalakgrena jî rojnamevan Gulîstan Îke ye ku 53 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye.
'JI ROJA EWIL HÊZDARTIR IM'
Îke, bilêv kir ku ew ji roja ewil a çalakiyê hêzdartir e û baweriya wê xurtir bûye. Îke got: "Bi pêvajoyê re encamên berxwedanê derketin holê. Me dînamîk û hêza şoreşê ya di berxwedanê de dît. Loma baweriya me ya ji bo serketinê xurtir bûye."
Îke, bi bîr xist ku ji ber ew ev qas roj di greva birçîbûnê de ne pirsgirêkên tenduristiyê rû dane û ji wan rewşa hevalê wan Yuksel Koç û Kerem Solhan giran bûye, lê belê li nerxweşxaneyê tedawî qebûl nekirine. Îke, bal kişand ser rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz ku beriya wan dest bi grevê kirin û diyar kir ku rewşa herduyan asta krîtîk derbas kiriye û dibe ku rewşên neyênî rû bidin.
'BERXWEDAN, SERKETINA MEŞA ME YE'
Îke ku got "Me di roja ewil de daxuyandibû, heta daxwaza me pêk neyê, bedêl çi dibe bila bibe em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Niha jî û wê sibêjî ev biryara me neguhere" û domand: "Ji bo me tişta teqezbûyî; Berxwedana, serketina meşa me ye. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin, heta tecrîda li ser Rêber Ocalan têkneşikê wê çalakiya me dewam bike. Divê em careke din jî diyar bikin. Jixwe Leyla Guven jî diyar kiribû; 'Em nifşên kesên bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.'"
'PLANA RÛXANDINÊ RÛXIYA'
Îke, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan tenê ne di çend salên dawî de ye, pergala li Îmraliyê bixwe pergala tecrîdkirinê û îzolasyonê ye û di serî de Ocalan bi giştî gelê kurd 20 sal in li dijî vê tecrîdê derdikevin, lê belê di 3 salên dawî de ev etcrîd girantir bûye.
Îke, bal kişand ser hevdîtinên di navbera 2013-2015'an de ên bi Ocalan re û got: "Lê belê ji 5'ê Nîsanê ve êdî heyet nikaribû bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Di demeke kurt de starta plansa tecrîd, îzolasyon û rûxandinê hat dayîn. Êrîşên di sala 2015'an û piştî 2015'an girêdayî vê planê bûn. Lê belê di 3 salên dawî de di serî de Bakur û i giştî li her çar aliyê Kurdistanê li dijî vê konseptê têkoşîn dest pê kir û plana rûxandinê rûxiya."
‘NE MIMKUN E KU BERXWEDANA REWA ENCAM NEDE'
Îke, bi bîr xist ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê der barê jiyana Ocalan de şik û guman li civakê peyda bûn û ji ber vê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û ji ber vê dewlet mecbûr me Mehmet Ocalan bişîne Îmraliyê û niha jî piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir dewletê serî li heman rêyê daye û got: "Helbet der barê Ocalan de wergirtina agahiyan em kêfxweş kirin, lê ev ne bes e."
Îke got: "Armanca berxwedana me têkşikandina tecrîdê ye û bi awayekî rêk û pêk çêkirina hevdîtina a bi Ocalan re ye. Li vir xespkirina mafan heye. Armanca hevdîtineke ku di dawiya hefteyê de hat çêkirin aşkere ye. Lê em hay ji vê yekê jî hene; a ku dewletê be rbi vê gavê ve bir ev berxwedan e. Nexwe ger berxwedan mezin bibe û civak xwedî lê derkeve, teqez wê daxwaza me bê qebûlkirin. Lê belê ne mimkun e ku berxwedaneke rewa encam nede."
'WÊ BERXWEDAN BIGUHERÎNE'
Îke, destnîşan kir ku Ocalan ji bo wan temînata aştî û şer e û heta dawî li tecrîdê neyê û konsepta şer û qirkirinê ji holê neyê rakirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Îke got: "Di heman demê de ev berxwedan li dijî konsepta şer û qirkirinê ye. Ji ber vê ev berxwedana dîrokî watedar e. Her wiha ji ber rewşa heyî hevdîtina Ocalan û kurdan pir girîng e. Li navenda Kurdistanê şerek heye. Di 8 salên dawî de li Bakurê Sûriyeyê kurd gelek tişt bi dest xistin. Pergaleke ku hemû gelên herêmê di bin banê xwe de dihebîne çêbû. Niha ev pergal di asta wergirtina statuyê de ye. Lê belê ji ber vê tecrîda li ser Ocalan tê kûrkirin. Dewleta tirk êrîşên xwe yên qirkirinê zêde kirin. Dixwazin kurdan û gel ji Ocalan dûr bixin. Qebûlkirina vê yekê ne mimkun e. Bi vî awayî rastiya bêyî statu, bêyî Ocalan, koletiyê li kurdan ferz dikin. Di pêvajoyeke wisa de bêtir pêdiviya me bi Ocalan heye. Ev berxwedan di heman demê de parastina hebûna me ye. Me dît ku di şexsê Ocalan de xwestin her cure îmha û înkarê li kurdan ferz bikin. Em dixwazin vê yekê biguherînin. Em dizanin ku ya dê rewşa heyî biguherîne berxwedan bi xwe ye."
JI BO ÇI STRASBOÛRG?
Îke, bal kişand ser sedema ku ji bo çi li Strasboûrgê dest bi alakiyê kirine. Îke, bi bîr xist ku Strasboûrg, navenda Konseya Ewropayê (KE) ku Tirkiye endamê wê ye û navenda CPT'yê ye.
Îke, destnîşan kir ku bêyî berxwedanê wê helwesta hevkariya ji bo sûc dewam bike û got: "Ya ku helwesta van saziyan diguherîne berxwedan e. Ev yek niha jî wisa ye. Me hin hevdîtin çêkirin û me di van hevdîtinan de bandora berxwedanê dît. Lê belê hîn jî ji bo encamgirtinê berxwedana li dor grevan negihaştiya asteke tê xwestin."
HERKESÎ VEXWAND NAV BERXWEDANÊ
Îke, destnîşan kir ku hêleke çalakiya wan jî ew e ku bêdengiya heyî bişikînin û got: "Berxwedan heta astekê li nav civakê belav bûye. Lê belê divê veguhere berxwedaneke topyekûn. Mesela em bang li kurdên li Îzmîr, li Stenblêdikin. Divê verxwedana Leyla Guven û girtîgehan mezin bikin. Her wiha Amed, Wan, Êlih û bajarên din jî dikarin bi awayekî xurt berxwedanê mezin bikin. Gelê me xwedî çandeke berxwedanê ye. Ger em dixwazin di hilbijaryina bê de bi ser bikevin, teqez divê ev berxwedan bi ser bikeve."