STENBOL - Jinên EKA'yî û Kirkyamayî destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guvenê, ji bo hemû kedkaran mînak e û gotin: "Çalakiya wê bû çirûskek, niha li çar hawirdorê cîhanê olan dide."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 92'yan de didome.
Jinên Kedkar (EKA) û Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê, bal kişandin ser çalakiya Guvenê.
‘JI BO KEDKARAN DIBE MÎNAK'
Ji EKA'yê Fatma Yildirim ku got "Di vê bêdengiyê de ji ber bi têkoşîna xwe bû dengê zindanan û vivakê, em çalakiya Leyla Guvenê silav dikin", destnîşan kir ku Guven bi têkoşîna xwe ji bo gelê kurd û hemû kedkaran dibe mînak.
Yildirim, destnîşan kir ku divê xwedî li çalakiya Leyla Guvenê bêd erketin û got: "Leyla Guven, ji hemû civakê, kedxwaran û jinên kedkar re dibêje, kesek tenê jî dikare bi biryardariyî têkoşînê bidomîne. Çalakiya wê bû çirûskek, li çar hawirdorên cîhanê olan dide. Em Jinên Kedkar, li cem Guvenê ne. Em bi rêzdarî têkoşîna wê silav dikin."
'PÊDIVIYA ME HEMÛYAN BI DENGÊ AŞTIYÊ HEYE'
Piştevaniya Jina ya Kirkyamayê jî peyamek parve kir û got: "Em çalakiya demokratîk û mafdar a Leyla Guvenê silav dikin. Em dixwazin diyar bikin ku em piştgiriyê didin têkoşîna wê. Pêdiviya me hemûyan bi dengê aştiyê heye û wê ev deng bibe zemîna demokrasî û azadiyê. Wê têkoşîna li girtîgehan a ji bo bidawîkirina tecrîdê, dê tecrîdê bişikîne."
'EM LI CEM GUVENÊ NE'
Di peyamê de hat gotin: "Em careke din destnîşan dikin ku em li cem Leyla Guvenê ne. Em ê xwedî li berxwedana wê derkevin."