WAN - Namzetên hevşaredariya Îpekyolûyê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan, gotin wê 31'ê Adar bibe roja rûxandina dîwarên qeyûman û vekirina şaredariyan a ji bo gel.
Navçeya herî mezin a Wanê, navçeya Îpekyolûyê ye ku nifûsê wê 312 hezar e. Her wiha rêjeya dengên li navçeyê encama hilbijartinê ya bajêr e. HDP'ê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de ji sedî 56.4 deng girtibûn û di 24'ê Hezîranê de jî ji sedî 56 deng girtibûn. Namzetên hevşaredariya Îpekyolûyê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan, ji niha ve mal bi mal, tax bi tax digerin û diyar dikin ku wê 31'ê Adarê bibe roja rûxandina dîwarên qeyûman û vekirina şaredariyan a ji bo gel.
'WÊ JI SINDOQAN HÊRSA GEL DERKEVE'
Namzet Şehzade Kûrt, bilêv kir ku îdiaya wan mezin e û her wiha bi awayekî zêde li hemberî qeyûman bertek heye. Kûrt, destnîşan kir ku wê ev bertek di 31'ê Adarê de di sindoqan de xwe bide der û gel di sindoqaê de hêrsa xwe ya li dijî kesên vîna gel xesp kirine û hilbijartiyên girtine bidin der. Kûrt, anî ziman ku îktîdar çi dike bila bike ew ê li bajêr her 4 şaredariyan jî bi dest bixin.
'WÊ BIRYAR A GEL BE'
Kûrt, anî ziman ku rêveberiyên ku gel wan hilnabiêjêr e ne rêveberî ne û got: "Tu carî rêveberiyeke şefaf çênebûye. Em ê careke din bi awayekî xurt xwedî li emaneta gelê xwe derkevin. Bêyî cihêkarî hebe wê hemû derdorên gel di dema biryardayînê de hebin û wê gel bi xwe şaredariyê bi rê ve bibe."
'QEYÛMAN EWILÎ JIN HEDEFGIRTIN'
Kûrt, destnîşan kir ku qext qeyûma hatin ser kar ewilî saziyên jinan girtin û got: "Bi vî awayî xwestin jinan û civakê çavtirsandî bikin. Bi vî awayî derket holê ku polîtîka û feraseta qeyûmî, perçeyeke feraseta zilam e. Çawa hatin tayînkirin, midûriyetn polîtîkayên jinan û serokatiyên daîreyên polîtîkayên jinan girtin. Ev yek ne tesadufî ye."
'WÊ DÎWARÊN TIRSÊ BÊN RÛXANDIN'
Kûrt, diyar kir ku li bajêr ji 3 parên pirsgirêkan 2 par li navçeya Îpekylûyê ne. Kûrt, bilêv kir ku ew ê li navçeyê ewilî rontgena pirsgirêkan bikişînin û ew ê hewl bidin texrîbata rû daye ji holê rabikin. Kûrt, destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku bi rêveberiya gel pirsgirêkan çareser bikin û got: "Wê di 1'ê Nîsanê de qeyûm, bi vîna gel biçin. Wê dîwarên tirsê yên qeyûman jî bi vîna gel bên rûxandin."
PROJEYÊN GIRÎNG
Namzet Azîm Yacan jî, bilêv kir ku her diçe pirsgirêkên li navçeyê zêde dibin, lê belê ji bo van pirsgirêkan projeyên wan hene. Yacan, diyar kir ku li navçeyê pirsgirêkên avaniyê yên binerd û sered û gihaniyê hene û got: "Potansiyela ciwanan û jinan a navçeyê zêde ye. Ji ber nifûsa ciwanan zêde ye, em ê hewl bidin şaredariyeke civakiyî çêbibe û çalakiyên çandeyî hebin. Em pirsgirêkan tespît dikin û ji bo çareserkirina wan projeyan amade dikin."
'MAFÊ HILBIJARTINÊ HAT XESPKIRIN'
Yacan, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman mafê hilbijartinê yê gel hatiye xespkirin û vê yekê jî wekî darbeya li hemberî demokrasiyê wesifand. Yacan, anî ziman ku gel vê yekê qebûl nake û bertek nîşan dide. Yacan got: "Wexta em rû bi rû bi welatiyan re hevdîtinê çêdikin, mirov daxwazên xwe û pirsgirêkên xwe dibêjin. Em jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan perpektîf û projeyan amade dikin. Em tim bi berpirsiyariya ku em ê van daxwazan bi cih bînin an na tev digerin, lê belê li cem qeyûma tiştekî bi vî rengî tune ye. Bi awayekî kêfî tev digerin."
'WÊ DAWÎ LI FERASETA NIJDEVAN BÊ'
Yacan, destnîşan kir ku wê 31'ê Adarê bibe roja dawîlênanîna feraseta nijdevaniyê û got: "Wê di 1'ê Nîsanê de şaredarî bikeve destê gelê me û dê wê rojê dîwarên di navbera gel û şaredariyê de ji holê bên rakirin û ji ber em ê şaredariyên li Wanê hemûyan b dest bixin, wê ew roj bibe roja cejnê. Dê wê rojê li Wan, Serheda û tevahiya Kurdistanê coşeke mezin hebe. Ji niha ve ev heyecan li me peyda bûye. Û gelê me jî bi heyecan li benda wê rojê ye."
MA / Adnan Bilen