* Wê Baroya Amedê, 3 kiryarên muhtemel ên cinayeta Tahir Elçî aşkere bike.
* Namzetên hevşaredariya Îpekyolûyê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan, gotin wê 31'ê Adar bibe roja rûxandina dîwarên qeyûman û vekirina şaredariyan a ji bo gel.
* Jinên EKA'yî û Kirkyamayî destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guvenê, ji bo hemû kedkaran mînak e û gotin: "Çalakiya wê bû çirûskek, niha li çar hawirdorê cîhanê olan dide."
* Namzeta hevşaredariya Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, ji bo cinayetên karî yên di meha Çileyê de got: "Cinayetên karî polîtîk in û kiryarên wan jî îktîdara siyasî ye."
* Projeya Qenal Enqere ku piştî Melîh Gokçek ji peywirê hat girtin, careke din ket rojevê. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, bilêv kir ku ev proje projeyeke mezin a rantê ye û ji bo hilbijartinê careke din ketiye rojevê.
* Rojnamevan Gulîstan Îke ku 53 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye got: "Ger berxwedan mezin bibe û civak xwedî lê derkeve, teqez wê daxwaza me pêk bê."
* Li Wanê, di salekê de ji ber krîza aborî zêdetirî hezar kargeh hatin girtin û gelek kargeh jî li ber girtinê ne. Esnafan got: "Em qediyane, nemane. Em ê çawa kirêya xwe bidin?"
* Dê HDP'a Mêrsînê, li dijî tecrîdê mîtîngekê li dar bixe. Hevseroka HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik got: "Divê kesên aştîxwaz, azadîxwaz ji bo dawî li tecrîdê bê tev li mîtîngê bibin."
* Danişîna Rojnameger Abdulhalik Kaya dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bê dîtin. (10.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê rapora binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên herêma Çukurovayê bi raya giştî re parve bike. (12.30)
* Danişîna 'Doza KCK'ê ya sereke ya Stenbolê' ku 205 siyasetmedarên Kurd tên darizandin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00)
* 1'emîn Danişîna doza Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn Kurşun dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)