DERSIM – Danişîna Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun a qeyûm tayînî cihê wê kirin hat taloqkirin.
Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Dersimê hat dîtin. Parêzer di danişînê de amade bûn. Altun a li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû beşdarî danişînê bibe.
Heyeta dadgehê bi boneya kêmasiyên dosyeya dozê temam bibin danişînê taloqî 18’ê adarê kir.
Ji Altun a bi hêceta 22 daxuyanî, meş, merasîma cenaze, serdana goristanê, xebatên KCD’ê û guhdariya telefonan tê sûcdarkirin re bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” 22 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin.