ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Çoşkun, diyar kir ku li Tirkiye ji sedî 85 çekên bê rûhset, herî kêm 25 milyon çekên şexsî hene û xwest meclîs têkildarî çekên bê rûhset û şexsî û têkildarî sûcên bi van çekan tên kirin lêkolîn bike.
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Çoşkun, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna çekên bê rûhset û şexsî rêjeya tundiyê di 4 salên dawî de ji sedî 69 zêde bûye û xwest meclîs têkildarî çekên bê rûhset û şexsî û têkildarî sûcên bi van çekan tên kirin lêkolîn bikin. Coşkun, da zanîn ku li gorî lêkolîna 2018'an a Vakfa Umut, di bûyerên kuştin û birîndarkirinê yên 4 salên dawî de ji sedî 69 zêde bûye. Coşkun, da zanîn ku li gorî lêkolîna Vakfê di sala 2015'an de 2 hezar û 175 bûyer hatin dîtin û di sala 2018'an de jî 3 hezar û 679 bûyer di çapemeniyê de hatin dîtin. Coşkun, bi bîr xist ku di sala 2018'an de 3 hezar û 679 bûyer bi çifte, debance û kêran pêk hatiye û di van bûyeran de 2 hezar û 279 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 762 kes jî birîndar bûne. Coşkun, destnîşan kir ku li Tirkiye ji sedî 85 çekên bên rûhset hene û herî kêm 25 milyon kes xwedî çekên tekakesî ne û wiha got: "Li gori daneyên Vakfê di 4 salên dawî de ji sedî 69 rêjeya tundiyê zêde bûye. 10 sal berê rêjeya çekên bê rûhsat ji sedî 70 bû, di sala 2018'an de rêjeya çekên bê rûhsat derketiye ji sedî 85’an.
Dîsa li gorî dane û rapora Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin di sala 2018’an de 440 jin hatin kuştin. 131 jin bi awayeki şik bûn qurbanê cînayetan û hêj kujerên wan nehatiye dîtin. Sedema vê yekê çekên bê rûhset ên şexsî ne. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin divê rê li peş çekên bê rûhsat bên girtin û têkildarî vê yekê zagon bên rastkirin. Ji bo vê yekê divê meclîs lêkolînê bike.