AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, têkildarî kolandina gencîneyên ermeniyan ên ku destê polîsan jî di navde heye, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne. Paylan, diyar kir ku heta niha çend gencîne ji aliyê polîsan ve hatine kolandin û encama wan çiye?
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, têkildarî kolandina gencîneyên ermeniyan ên ku destê polîsan jî di navde heye, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne. Paylan, diyar kir ku di operasyona ku Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Sûcên Organîze û Qaçakvaniyê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Farqinê, li ser îxbara lêgerîna gencîneyên qaçak operasyon pêk anîye. Paylan, da zanîn ku di operasyonê de koma ku di navde Midûrê Polîsan ê Navçeya Farqînê Omer Ozturk, Cîgirê komiser Bekir B., Cigirê komiser Serkan C., memûrê polîs Ali P. û Abdulmüddalip G. jî heye li ser sûc hatine girtin û wiha got: "Koma ku yekîneyê polîs jî di navde li ser sûc hatine girtin hatine binçavkirin. Kesên ku polîs û midûrê Polîsan ê Navçeya Farqîne jî heye di lêgerîna gencîneyê de li ser sûc hatin girtin, erka xwe bikar anîne û sûc wekî organîze pêk anîne û ev yek di çapemeniyê de hatiye belavkirin. Paylan, da zanîn ku di lêpirsînê de, hatiye fêrbûn ku kesên şikdar “Bi armanca zêrên aydî ermeniyan ên hatine definkirin bibînin, gencîne kolandine" Piştî lêpirsînê Miedûrê Polisan ê Farqînê Omer Oztuk, Cîgirê komiser Bekir B., Cîgirê komiser Serkan C., polis Ali P. û Abdulmüddalip G û şikdarê sivîl Arif A., Nesih T., Abdulvahap K. hatin girtin û şandin girtîgehê.
Paylan, ji bo ronîkirina bûyerê ev pirs ji Soylu pirsîn:
* Rayedarên polîsan ên di lêpirsînê de derket holê ku "Bi armanca zêrên ermeniyan ên hatine definkirin bibinin erd kolandine." ji kengî de li çend cihan kolandin kirine û çiqas xezîneya ermeniyan bi dest xistine?
* Li herêma ku gencîneya çanda Ermenî û Rûman lê dewlemend e, rayedarên polîsan heta niha çiqas kar û bar kiriye?
* Li Navçeya Sûrê ku ketin û derketina sivîlan qedexe ye û herêmên wekî wê, tê diyar kirin ku xebatên lêgerîna gencîneriyê tê kirin û di nava vê lêgerînê de rayedarên polîsan jî hene. Têkildarî vê yekê lêpirsînek çawa hatiye kirin?
* Wezareta we têkildarî vê lêgerina gencînegeriyê ku polîs jî di navde tedbîrên çawa digire?
* Wezaret ji bo van sûcdaran ji sûcê lêgerîna gencinegeriyê û qaçaxvaniyê dûr bixe tedbîrên çawa girtine û dê tedbîrên çawa bigire?