PZK: Di Newrozê de bila mafê zimanê kurdî bikeve rojêvê

img

AMED – Platforma Zimanê Kurdî bernameyên xwe yên dema nêz û dema dûr ji raya giştî re eşkere kir. PZK’ê diyar kir ku ew ê ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê çalakiya “Zimanê kurdî nasnameya me ye” li dar bixin û di pîrozbahiyên Newroza îsal bibe pîrozbahiya zimanê kurdî û mafê zimanê kurdî bê daxwazkirin û bikin rojev. 

Pêkhateyên Platforma Zimanê Kurdî (PZK) dê bi boneya xebatên xwe yên heta niha kirin e û amadekariyên 21'ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê û Newrozê jî di nav de ên dema nêz li Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat bi endamên çapemeniyê re di civîna taştê de hatin cem hev. Rêveber û endamên Platformê beşdarî civînê bûn. 
 
Pêkhateyên Platformê piştî ku li gel rojnamegeran taştê xwarin bernameya dema bê parve kirin û bersiva pirsên rojnamegeran dan.
 
Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî bernmeya dema nêzîk û dema dûr xal bi xal parve kir. 
 
Bernameya PZK’ê ya dema nêzîk wiha ye: 
 
* Divê beriya her kesî partiyên me,  zimanê kurdî bixwînin û binivîsînin, civînên xwe bi kurdî bikin. Partiyên siyasî divê bibin rol û model ji bona zimanê kurdî.
 
* Di roja 212'ê Sibatê de serok û nûnerên partiyan bi qutikên spî bi dirûşma “Zimanê kurdî nasnameya me ye” derkevin kolanan û belavokan di der darê daxwazên platformê de belav bikin. 
 
* Pirsgirêkên zimanê kurdî di 21’ê Adarê Roja Newroê di hemû bernameyan de cihê xwe bigre û giraniya çalakî û asaftinan jî li ser bi destxistina mafê zimanê kurdî bin. Li hemû bajarên ku Newroz lê were pîrozkirin mafê zimanê kurdî bikeve rojevê. 
 
* Ji medya kurdî ku li hemû beşên Kurdistanê heye ji PZK’ê sûdê werbigire. Di medya kurdî de xebatek xwe xurt bike û pêwendiyên xwe jî berfirehtir bike. 
 
* Piştgiriya hemû cûre hunera kurdî were kirin, taybet jî şaredariyên Kurdistanê ji bona vê armancê bernameyan amade bike. Şaredarî lê li ber pêşketina zimanê kurdî vekin. Ji bona xebatên zimanê kurdî bibin alîkar. 
 
* Bi zimanzan, nivîskar, akademîsyen, hunermend û rojnamevanan re civîn, konferans, panel û semîner werin amadekirin. 
 
* Zimanê kurdî di mizgeft û çalakiyên olî de aktîf were bikaranîn.
 
* Pêwîste em di pêşniyarên di Komxebata Ziman de ku di her sê (3) kargehan de hatin nîqaşkirin, xweşik bînin cem hevdû. Wana ji PZK’ê re bikin nexşerê.
 
* Em bi wê nexşerêyê komeleyên perwerdê, çand, saziyên civakî, olî û aborî di demek nêzîk de ziyaret bikin.
 
* Piştî van ziyaretan em bi medyayê re rûnên û xebatên xwe bi wan re bidin naskirin, ji bona ragihandinê taşteyekê bi medya re amade bikin.
 
* Ji bona ku daxwaza dersa bijarte (kurdî) di nava kurdan de baş belav bibe, divê hemû pêkhateyên Platformê li cihên ku platform lê çalak e, meha Hezîranê de li ber saziyên dewletê yên perwerdehiyê çalakiyan li dar bixin. 
 
Bernameya dûr jî ya PZK’ê wiha ye:
 
* Zimanê kurdî li welatê me bibe zimanê perwerdehiyê. Ango zimanê perwerdê li welat bibe zimanê dayikê. Li bajarên Tirkan ku kurd lê dijîn jî dersa zimanê kurdî bibe mecbûrî.
 
* Zimanê kurdî li Tirkiyeyê li teişta zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Li Kurdistanê jî zimanê kurdî bibe zimanê sereke û tirkî jî li teşişta kurdî be.
 
* Ji bona zimanê kurdî di qanûna bingehîn û qanûna perwerdehiyê de guhertin werin kirin. Mafê zimanê kurdî mîsoger bibe. Kurdî ji hêla fermî de bibe xwedî statû. 
 
* Ji bo alîkariya karê PZK’ê qampanya aborî were destpêkirin.
 
* Peyv û folklora Kurdî berhev bibe, şaredariyên krudan navendek kultur û edebiyata devkî saz bikin. Wan berheman bikin niv3iskî. Bi weşanxanên kurdî re ji bona çapkirina wan xebatên sponsorî were kirin. 
 
* Navê cih, çiya, çem, newal, bajar, bajarok û gundan, dikan û kargehan, dibistan û saziyan li welatê me bibin kurdî.
 
* Saziya Zimanêk Kurdî weke Saziya Zimanê Tirkî Fermî were damezrandin, di parlamento de were pejirandin û ji hêla budça dewlet3e ve were finanse kirin.
 
* Divê PZK di pêşerojê de an bibe weqfa federasyon an jî saizyek fermî û bibe xwediyê navnîşan û avanî.
 
* Konferanseke navnetewî ji bona zimanê kurdî were amadekirin.
 
* Li metropolan û li Ewrûpa divê şaxên PZK’ê bi heman rêgez û programan werin damezrandin.
 
* Ji bona daxwazên PZK’ê di pêndiyên navnetewî de aktualîze bibin, xebata nêzîk û dûr bi hev re divê bibe pakêtek. Ev pakêt bi mafê yasayî û navdewletî re, bi peymanên ku di vî warî de hene, bi daxwaznameyekê hiqûqî were formulekirin û ji saziyên navnetewî re were şandin. Di vê mijarê de alîkarî divê ji baroyan were xwestin."
 
JI BO QADA NAVNETEWÎ DIXEBITIN 
 
Piştî eşkerekirina bernameyê endamên PZK’ê bersiva pirsên rojnamegeran dan. Şerefxan Cizîrî diyar kir kir ku di warê qada navnetewî ango Yekîtiya Neteweyî de xebatên wan hene û ji bo warê hiqûqî pêwendiyên wan li gel Baroya Amedê jî hene. 
 
Cizîrî bal kişand ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê û got ew dixwazin li gelek deveran ji bo 21’ê sibatê xebatên berfireh bên lidarxistin û çalakiyên vê rojê dê şanaziyê bide wan. 
 
‘JI BO SIYASETA BI TIRKÎ EM XWEREXNE DIKIN’
 
Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Garîp Kandemîr ê endamê Platformê ye bersiva pirsa “çima partiyên kurd xebatên bi kurdî birêve nabin û daxuyaniyên xwe bi kurdî nadin” bersivand û wiha got: “Pirsa we ango rexneya we di cih de ye. Ziman nasnameya netewan e. Pêwîste zimanê siyaseta kurd bi kurdî be. Ji bona vê yekê hewldanên bêhempa hene. Daxwaza me ew zimanê kurdî li tevahiya qadên jiyanê bê axaftin. Em vê pirsê wek rexnekirinê dibînin û em xwerexne jî dikin. Ji bo dema pêş li qada siyaseta kurd bo ziman bi kurdî be, em soza vê yekê didin. Ji niha şûn ve li cihê pir pêwîst nebe em ê bi zimanê tirkî neaxivin. Di jiyana rojane û siyasetê de axaftina zimanê tirkî pejirandina polîtîkayên şaş ên dewletê ne. Em ji niha şûn ve em ê vê yekê rexne bikin, xwerenxe bikin û em ê axaftina zimanê kurdî di jiyana xwe de bixin meriyetê.”
 
JI BO FERMÎBÛNÊ HEVDÎTIN 
 
Herî dawî Şerefxan Cizîrî got ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê piştî hilbijartinan dê bi awayê heyetekê li Enqereyê bi rayedaran hevdîtinê pêk bînin û ew gav bi gav xebatên xwe birêve dibin. 

Sernavên din

10/02/2019
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng
09:30 Berxwedana Leyla Guven di roja 93'yemîn de berdewa dike
09:19 Malbata kurê wan di greva birçîbûnê de: Kesê dibê ez kurd im divê dakeve kuçeyan
09:19 Parêzerê doza Cizîrê: Em dizanin hikûmet di ser konseyê re zor daye dadgehê
09:18 Ji ber îfadeya di bin îşkenceyê de, 6 caran muebeta giran lê hat birîn
09:17 ‘Biryara der barê Tûncel û Kişanak de, li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye'
09:16 'Em ê li ber polîtîkayên sîxurtiyê serî netewînin'
09:15 Namzetên Qisleyê: Pêdiviya navçeyê bi guherînê heye
09:15 'Tûşba, sebir nake bibe 31'ê Adarê'
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN
07/02/2019
16:07 Aslan ê parastina wî hat desteserkirin parastin nekir
16:01 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
16:00 Ji bo mitînga ‘Edalet, Azadî û Demokrasiyê’ bang hat kirin
15:56 Nivîkar Femînîst Gargallo ji bo Guven peyam şand: Çalakiya we muezeme
15:30 Li Dûîsbûrgê meşa dirêj
15:04 Xizmên kesên di jêrzemîna Cizîrê de hatin kuştin: DMME bû şirîkê komkujiyê
14:59 Doza Medenî Yildirim: Piştî 5 sal û nîvan delîlên eslî hatin dîtin
14:20 Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket
14:10 Bi deh hezaran li Şehba, Kobanê û Qamişlo tecrîd şermezar dikin
13:46 Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê: 14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan
13:35 Zaroka 5 salî ji bin kavilê avahiya hilweşiya de hat rizgarkirin
13:32 Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Serêkaniyê hat berdan
13:26 Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP’ê di roja 8’emîn deye
13:26 Danişina doza Abdullah Kaya hat dîtin
13:25 Temellî: Leyla Guven pêşenga têkoşînê ye
13:08 KCD’ê ji bo bûyerên Cizîrê daxuyanî da
13:07 Soylu fermana operasyona li dijî siyasetmedarên Mêrdînê daye!
12:41 Nûnerê METRO ji PDK'ê xwest kesên hatine binçavkiriyan berdin
12:36 DMME serlêdana doza Cizîrê red kir
12:18 Ji bo tecrîd rabe 6200 îmze teslîmî NY’yê kirin
12:17 Lêpirsîna disîplînê ji çalakgerê di greva birçîbûnê deye re vekirin
12:05 Dozger 15 sal cezayê hepsê ji Feleknas Uca re xwest
11:53 Di avahiya li Stenbolê hilweşiya de kesek din hat dîtin
11:52 Namzetên Hevşaredariya Qoserê: Em ê vîna gel radestî gel bikin
11:41 Hunermendan ji bo piştgiriya çalakiya Leyla stranek ristin: Dilê milyonan Leyla
11:17 Gelê Komurê HDP’ê dixwaze
11:07 Parêzerên Ocalan cara 788’emîn serî li Dozgeriya Bûrsayê dan
11:05 Polîsan Hevserokên HDP'ê û DBP'ê binçav kirin
10:48 Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî
10:32 Biraziyê Ocalan: Çalakiya Leyla Guven çirûskek e
10:23 Rojnameger Îdrîs Yilmaz beraet kir
10:05 Li Şirnexê xaniyên TOKî nadin xwediyên wan
09:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 92'emîn de berdewa dike