MÊRDÎN - HDP’iyên dinav de namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî heyî, bi armanca piştgirî dayîna girtiyên di greva birçîbûnê de, çûn Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê û ligel astengiyên polîsan jî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî dan girtiyan.
Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, bi armanca piştgirî dayîna 7 girtiyên di 5’ê Çile de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, çûn ber Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê.
HDP’iyên dinav de namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetê Hevşaredariya Navçeya Artûklû Nûrettîn Tûrgay heyîn, derbarê rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, ji malbatên hatibûn hevdîtina zarokên xwe, agahî girtin.
Rêveberên HDP û namzetên Hevşaredariyan dûre ya ber deriyê girtîgehê çûn û li vê derê bi raydarên girtîgehê re hevdîtin kirin. Rêberên partiyê yên xwestin li vê derê daxuyanî bidin, rastî astengiya hêzên ewlekariyê hatin.
Rêveberên partiyê bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî vê rewşê dan. Di dema belavbûna girseyê de, Ahmet Turk daxuyanî kurt da rojnamegeran. Turk, diyar kir ku divê demildest pêkanîna tecrîdê bi dawî bibe û got: “Ger tecrîd rabe, dê pêşiya siyaseta demokratîk vebe.”
Polîsan di vê naberê de ji rojnamegeran re gotin “Hûn nikarin li vê derê daxuyaniyê bigirin” û rojnameger ji cihê Turk lê daxuyanî dida, dûr kirin. Polîsan bê vê nezîkatiya xwe daxuyaniya Ahmet Turk asteng kirin.