WAN – 6'emîn danişîna doza Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) ku bi KHK'e hat girtin Abdullah Kaya, dê sibê bê dîtin.
6'emîn danişîna doza nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Abdullah Kaya dê sibê bê dîtin. 6’emîn danişîna Abdullah Kaya jî dê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin. Kaya, zêdeyî salekê ye girtî tê darizandin. Kaya ji ber ku di 6'e Tebaxa 2015'an de li Çiyayê Tendurekê nûçe şopandibû û çalakiya gel şopandibû, der barê wî de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin û di 24'ê Kanûna 2017'an de hat girtin û şandin girtîgehê. Kaya ku 4 sal û 2 meh ceza lê hatiye birîn, piştî şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji wir jî sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê kirin.
Kaya, name şand û diyar kir ku rojnamegerî tê darizandin û sedema cezakirina wî jî ji ber ku nûçeya mertalên zindî şopandibû niha tê darizandin. Kaya, da zanîn ku mihrîcana li çiyayê Tendurekê pêk hat bi destûra Walîtiya Agiriyê pek hatibû û wî jî dîmenê mihrîcanê kişandibû. Kaya, bang li hemû xebatkar û saziyên çapemeniyê kir ku hestiyar tev bigerin.