ENQERE - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 91'emîn de berdewam dike. Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê 53 rojin berdewam dike. Duh parlamenterên HDP'ê li meclîsê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya kesên ji bo dawî li tecrîdê bê ketine greva birçîbûnê li meclîsê dest bi "Nobeta Aştiyê" kirin. Piştî Nobeta Aştiyê serê sibe bidawî bû, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan got: “Em dê teqez aştî, edalet û azadiyê bînin. Azadî bi şikandina tecrîdê pêkan e."
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 91'an. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Tirkiye, başûr, Ewropa Rûsya û gelek welatên cuda didome. Niha li Girtîgehan zêdetirî 291 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne. Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD'ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD'ê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê di 31'ê Çile de dest bi nobetê kirin û 7 rojin her rojê 2 parlamenterên HDP'ê li avahiya KCD'ê Nobetê digire. Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet ti 20.00’an de girse dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya deng derxistinê piştgiriyê didin Guven. Guven derdikeve eywanê û gel silav dike.
AZADÎ BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ PÊKAN E
Duh parlamenterên HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin daxwazên çalakgerên di greva biçrîbûnê, li Meclîsê ji bo rojekê dest bi "Nobeta Aştiyê" kirin. Piştî Nobeta Aştiyê serê sibe bidawî bû, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan got: “Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 91'an de berdewam dike. Li hemû girtigehan çalakî didome. Em baş armanca wan dizanin. Armanc û daxwaza tevan teqez rakirina tecrîdkirina Brêz Ocalan e. Divê teqez tecrid bi dawi bibe. Ji bo tecrid bikeve rojeva raya giştî ya Tirkiye me dest bi çalakiyek wisa kir. Me xwest bi vê çalakiyê deng bidin dengê Leyla Guven. Ji bo Lelya Guven bijî û hemû hevalên di zindanan de bijîn me ev çalakî pêk anî. Em bawer dikin ku dê teqez aştî, edalet û azadiyê bînin. Aza0dî bi şikandina tecrîdê pêkan e."