ÊLIH - Li taxa TOKÎ ku ji 37 blokan pêk tê 40 kes bûn namzetên muxtariyê.
Li Taxa Kardelen (TOKÎ) ku 7 kîlometre dûrî Navenda Êlihê ye û ji 37 blokan pêk tê, 40 kes bûn namzetên muxtariyê. Li taxa Kardelen ku wekî 'Xaniyên TOKÎ yên Emeklî' tê zanîn Hezar û 500 daîre hene. Li taxa ku welatî tev ji xizmetê bêzar in û rayedarên şaredariyê rexne dikin zêdebûna namzetên muxtariyê bal kişand ser xwe. Ji ber ku li taxa ku dûrî bajar e tenê navenden tenduristiyê heye, di aliyê ragihandin, paqijî, perwerde û xizmetên binasiyê de gav nayên avêtin, dibe sedema nerazîbûnê. Li taxê ji bo pirsgirêk bên çareserkirin 40 kes bûn namzetên muxtariyê. Welatiyên taxê ku 2 hezar û 663 hilbijêrên wê hene dixwazin demek berî demekê pirsgirêkên binasazî, civakî, çandî, tenduristî û perwerdehiyê bên çareserkirin.
Welatiyê taxê Felemek Işık, diyar kir ku li taxê pirsgirêka sereke pirsgirêka ragihandinê ye û wiha got: "Dema em dixwazin biçin bajar, ji ber hêjmara maşineyan kêm e û çûn û hatin zêde ye, em di maşînê de cih bi dest naxin. Maşîneyên navbera bajar û taxê tiptije dibe. Welatî fatûreyên ceyran, av, xaza xwezayî û yên din tevî diçin li bajar radizînin. Ji ber vê yekê em neçarin biçin bajar. Bajar 7 kilometre dûrî taxê ye. Lê em saetekê digêjin nava bajar. Li vir TOKÎ xanî çêkirin, lê di milê çûn û hatina bajar de pirsgirêk hene. Em daxwaz dikin, lê daxwazên me pêk nayên."
Welatî Jîr Işik jî anî ziman ku ji roja ev tax li vir hatiye avakirin heta niha xizmeta nedîtine. Di hilbijartina berê de 36 namzetên muxtariyê hebûn. Lê niha 40 namzetên muxtariye hene.
Welatî Gulesar Nar Kirşan, anî ziman ku heta niha pirsgirêken wan nehatine çareserkirin. Welatî Abdulkerim Guzel jî ani ziman ku ji ber pirsgirêka maşîneyan heye gelek welatî bi meş diçin bajar. Fatureyên PTT'ê bi meş diçin radizînin û tên.
MA / Metin Yoksu